eger ev sedemên ku me anîn li ser ziman werin pêkanîn wê weke destpêkeke pir baş û bi bandor be û em dikarin bêjin ku wê Rojavayê Kurdistanê jî karibe bibe dayka wênekêşên bi nav û deng û bibe dibistaneke herî mezin bo avakirina nivşekî serfiraz bi nerîna xwe ji welatê xwe re bi riya wêneyê re .
” Serdema Wênekêşiyê “.. Em dikarin serdema ku em tê de dijîn bi vî navî bidin danasîn, ji ber ku bandora wênê di salên dawî de gelekî xwe raxiste ber çavan, bi riya Enternêt , destgehên ragihandinê cîhanî yên ku pir li ser wêneyê disekinin û bi vê riyê re bala cihanî dikişînin li ser bûyerên diqewimin, ya herî ku mirov dikare bîne ser ziman ew e ku wênekêşî dibe rê ku gelek bûyerên çêdibin werin şopandin .
Eger mirov pir caran bixwaze hin şoreşan yan hin bûyeran ji nêz ve nas bike dibe ku pir lêkolîn yan li pir pirtûkan veger û pêwistiya wî bi xerckirina gelek demê heye ji bo ku karibe restiyê nas bike, lê wêneyek dikare bi vê rolê bi hemî aliyên wê bilîze û bêtir bandore xwe bike.
Ji bo ku em rastiya wêneyê bi kûrahiya wê bizanin gerek e ku em vegerin li hin wêneyên ku di sala 2015an de weşyane û baş lı ser wan bısekinin, ji bo ku em dûr neçin yek ji wan wêneyan ew bû wêneye ku li ser keviyên deriya Tûrkiyê ji aliyê wênekêşekê ve hatibû kişandin, wêneya Alanê Kurd zarokê Kobanî, ev wêneyê ku bû neynıkek karibe bala hemî cîhanê bikişêne li ser êş û azara kesên penaber ku ji ber cengê û rewşa xırab xwe tavêjin devê mirinê, ev wêne bû sedem ku rewşa gelek kesan ku xweş bibe û pir rêyan li pêşiy wan vebıke , ji ber vê em dikarin bêjin ku wêne yan wênekişandin dibe amûra gûhertina rewş û nerînan li ser asta cihanê.
Lê gelo em çiqasî li civake Kurdistanî vegeriyane bo ku em hin wênekêşên Kurd bibînin ku karîbûn rewşa welat û civaka xwe ragihînin yan jî tunene, yan em çiqasî dikarin sedemên vê tunebûnê şirove bikin û em nas bikin , ji ber wê jî dibe em baş di ramanê xwe de li ser van sedeman lêkolîn bikin berî ku em li ser asteke cîhanî bifikirin, em werin li ser asta regihandin û destgehên ragihandinê li Rojava bisekinin, di rojname û malperên kurdî de çiqas qîmet bo wênê heye yan çiqas kesên ku ji wêneyê û bedewiya wê fêm dikin di van rojnama û malperan de kar dikin û çıqas rol bo wan tê danîn ev gırıng e, lê eger em bêjin ku berî niha gelek sedem hebûn lê ya rast ew e ku niha em dikarin bêjin gerke sedem kêm bûbin ji ber di dema niha de derfet hene ku wênekêşî li Rojavayê Kurdistanê werê pêşxistin bi riya:
1- Avakirina akadimiyê pispor yan jî bi çêkirina werşên wênekêşiyê dibe ku dem kurt bin yan jî dem dirêj bin .
2- Avakirina yekîtiyeke teybet bo wênekêşan .
3- Piştgiriya hemî wênekêşan bo vekirina pêşengehan.
4- Çêkirina programan li ser tilvisiyon û radiyoyên ku hene bo ku gelek kes ji wênekêşiyê hez bikin bêtir.
5- Perwerdekirina zarokan li ser wênekêşiyê ji bo pêşerojê .
eger ev sedemên ku me anîn li ser ziman werin pêkanîn wê weke destpêkeke pir baş û bi bandor be û em dikarin bêjin ku wê Rojavayê Kurdistanê jî karibe bibe dayka wênekêşên bi nav û deng û bibe dibistaneke herî mezin bo avakirina nivşekî serfiraz bi nerîna xwe ji welatê xwe re bi riya wêneyê re .
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (35)an de hatiye weşandin