“Govara “Naşiyonal Enntrast” ya Emrîkî di sala 2013an de diyar kir ku êhtiyatiyê neftê li Rimêlanê nêzî 315 milyar bermîl in, û 69 milyar bermîl heta niha hatine dîtin û derxistin.”
Di dema ku devera me di rewşke aloz de derbas dibe, û gelek welatî ji ber rewşeke abûrî û ewlehî koçber dibin ber bi Ewripa yê ve, hin raport li ser rewşa sutemeniyê û pereyên ku rêvebiriya xweser jê werdigre belav dibin.
Raport li ser tora Rûdawê hat pêşkêşkirin û tê de hatiyê eşkerekirin ku nêzî 10 melyon dolar mehane dighê Rêveberiya Xweser nirxê sûtemeniya ku di riya Zemarê re diçe bendera Cîhan li Turkîye.
Ev yek li ser zimanê “Elî Halo” Endamê Komîteya Enercî û Sutemeniyê di parlemantoya Herêma Kurdistana Îraqe de hat eşkerekirin.
Her weha Halo got ku nêzî bîst hezar bermîlên sutemeniyê berhemên bîrên Rimêlanê ne, ew jî rojane ne..!
Di heman demê de Serokê Encumena Wezîran li Herêma Kudistana Îraqê Nîçîrvan Barzanî ji hin alavên ragihandinê re diyar kiribû ku Herêma Kurdistanê alîkariyeke pir mezin bi Rêveberiya Xweser re dike û ne wek tê belavkirin ku Herêm tu alîkariyan bi rêveberiyê re nake.
girêdaye mijarê Desteya Enerciyê ya Kantona Cezîrê ragihand ku berhemên xazê ji bîrên xazê yên Kantonê dighe 171 melyon mitir “M4” salê û 7 hezar ton kibrît jî, lê desteyê ta niha eşkere nekiryê bê berhemên bîrê neftê çiqas e, çi yên ku li devera me tên firotin, yan yên ku derdixe dervî Kantonê û tên firotin.?!
Ya giringtir, di baweriya min de sîstema bikaranîna sutemeniyê li Kantona Cezîrê ye..! gelo Rêveberî bi serê xwe tenê dike an têkiliyên wê bi rêjîma Sûrî re hene? yan jî wek hinek nûçe belav bûn ku beşek ji wan berhemên neftê digihe hêzên girêdayî bi serokê Kantona Cezîrê Şêx Himêdî Deham Alhadî!!??.
JI despêka qeyrana Sûriyê û bi taybet ji dema ku hêzên rêjîma Sûrî ji deverên ku neft lê heye, mîna Rimêlan vekişyaye û hêzên girêdayê PYD destê xwe danîn ser wan deveran ta niha ti daxuyaniyek fermî bi berhemên neftê li deverê tune yê. aliyên berpirs eşkere nakin bê pereyên ku ji froştina neftê bi ci şêweyê belav dibin yan jî karmendên ku kar dikin ên rêjîmê ne yan ên rêveberiyê ne?
Ev mijara ku rêjîma Sûrî jî ti zaniyariyên zêde li ser nedidan, lê piştî raporta Rûdawê erkê li ser Rêveberiya Xweser ku ji raya giştî re eşkere bike, bê ta çi radeyê nûçeyên ku belav dibin di vê mijarê de rast in yan na!?Li aliyê din ta niha Encumena Zagonsaz ya Rêveberiya Xwser di civatê xwe de li ser vê mijarê ti guftugo nekirine.!!? tenê yasayek ji bo berhînana sutemeniyê ji hêla kompanîyên taybet li deverê û ta niha ji bilî kompaniya “Cezîrê” ya girêdayî bi Rêveberiya Xweser ve ew jî mîna kompaniya “Sadkob” a rêjîmê ye, ti kompaniyên din kar nekirine.
Ev yek gelek pirsan li cem welatiyan dihêle û metirsiyek mezin çêdike ku sîstem her ew sîstema rêjîma sûrî be di warê bikaranîna neftê de yan di pereyên ku jê tên wergirtin
hêjaye gotinê ku Govara “Naşiyonal Enntrast” ya Emerîkî di sala 2013an de diyar kir ku êhtiyatiyê neftê li Rimêlanê nêzî 315 milyar bermîl in, û 69 milyar bermîl heta niha hatine dîtin û derxistin. Ev tişta ku hîn di binê ‘erda Rimêlanê de mayî têra welatê Sûriyê hetanî 18 salên din dike..!! Helbet li gor ku wê rojnameya Emerîkê di lêkolîna xwe de behs kirî!.