Hin caran tiştin bala mirov dikşînin û bandorek mezin li ser wî çêdikin.
Dema min karîkatorên ku nîgarvanê Azerbêcanî yê bi navê Gunduz Agayêv resimandine dîtin, pir bala min kişandin û min xwest vî kesî nas bikim.
Dema ku ketin nava rûpelên internêtê de gelek dem ji min xwar da ku min nas kir ku ew ji Azerbêcanê ye û mixabin ku ew ne di Wikipedyayê de ye jî û nizanim ne ku kesekî nû ye niza ji dengvedanê hez nake, hema min ew dît kesekî bêdeng û di xwe de ye..
Lê karên ku Agayên çêdike, hem bi teknîka xwe û hem jî bi mijarên xwe gelekî bala min kişandin..
Ew mijarên gelekî giring bi awayekî şanogerî di karîkatorên xwe de bikar tîne…
yanî li gora ku min ji wî fêm kir ew pirsekê ji xwe dike û bersiva wê bi wêneyan dike..
Wekî mînak, Agayêv ji xwe pirsiye Gelo Heger Xwedawenda dadê ango ya Edaletê dakeve erdê wê rewşa wê li welatên dinyayê çi be an jî ê halê wê ji ber destê serok û rêberên cîhanê çi be?
Gunduz dibêje ku wê xwedawenda Dadê li ber destê Erdogan lêdanê bixwe û wê tundî li ser wê were bikaranîn:
Lê Heger Xwedawenda Edaletê li Sûryê were erdê wê rewşa wê çawa bibe, li ser Sûrî jî Gunduz Agayêv dibêje ku wê Beşar Esed wê tecawiz bike û wê DAIŞ jî serê wê jêke..
Li Rusya wê rewşa Xwedawenda Edaletê jî ne baştir be ji ber ku wê têkeve nava lepên mafya Potîn de
Gunduz Agayêv derbarê Îranê de jî balê dikşîne ser hevkariya di navbera hêzên leşkerî û Oldaran de û jibîr nake ku hemû aliyên Opozisyonê li Îranê di bin gefa darvekirinê de dijîn.
Li Çînê xwedawenda edaletê neçar e ku bi xebite û bi sedan qapanên sexte çêke da ku ji birçîne nemre..
Li Berazîlê jî tevî feqîrtiyê û belengaziyê lê xwedawenda edaletê bûye beşek ji lîstika gogê..
Li Yonanistanê jî bûye parsek û pereyan pars dike..
Li Emerîka jî bûye balafirek û terorîstan bombebaran dike û bi vê yekî Duzgun balê dikşîne ser tevlîbûna USA ya di nava şerê li dijî DAIŞê de ku tenê jiu Asîmanan de wan bombebaran dike..
Li Ewropa yê xwedawenda Edaletê li gora Duzgun Agayêv bûye mîna jinek ku bêtir wekî serokwezîra Almanyayê xuya dike û barekî giran li ser milê wê ye, barê wê jî helbetê koçber û penaber in..
Li Berîtanyayê…
Li Fransa
Ev gotar di hejmara 28an de ji Rojnameya Bûyerpress hatiye weşandin