– Ji berî 17 rojan de ez ji kuştina her du zarwên xwe tekez bûme.
– Mirovekî bawermend im, hêvî dikim Xwedê zarokên min bi dilovaniya xwe şa bike, sebrê bide diya wan.
Bûyerpress – Taybet
Bozinga ku heftê kes tê de hatin kuştin û li ser sînorê Nemsayê di bîst û heftê meha bûrî de hate dîtin gengeşeyek mezin di nav alavên ragihandinê de anî holê.
Vê bûyerê rewşek ji netebatiyê di navbera xelk û malbatên penaberan lihev xist, û her kesî dipirsî gello zarokên me tê de ne yan na. lê desthilatiyên Nemsayê nasnameyên gelek ji penaberan nas kir, ji wan hindek ji penaberên Rojavayê Kurdistanê bi navê Cîhad Ebdilqadir, Qamişlo, Qedûr Beg. Mesûd Mihemed Şerîf, Qamişlo, Qenat Elsiwês, û her du bira, Hisên û Raman Xelîl Mistefa ji Qamişlo, Taxa Xerbî.
Di daxuyaniyeke taybet ji Rojnameya Bûyerpress re nivîskar Xelîl Mistefa bavê her du xortan (Raman û Hisên) got: ” Kurên min Hisên (34) sal du salan kar li Kurdistanê kir, û piştî hindek pere dan hev xwest ku derkeve Elmanya ta xwendina xwe li wir di warê kevneşopan de (Asar) berdewam bike, û birayê xwe Raman jî (21) bi xwe re bir bo ew jî xwendina xwe di warê Kombyûterê de temam bike”.
Mustefa Berdewam kir: ” Têkilî di roja 25/8 saet dehê bi şev bi wan re hate birrîn, riya wan ji Herêma Kurdistanê destpê kir, ber bi Tirkiyayê ve, dûv re Yonanistan, Meqdonya, Sirbya, û rawestgeha dawî Biligrad bû.. saet dehê bi şev bi min re axivî û gote qaçaxçiyek Kurd ji bajarê Silêmaniyê heye, me pê re li ser “1600” Yoro lihev kiriye ta ku me bigihîne Hingarya, li wir hevalên me hene, emê bi meşê bi wan re herin gundekî nêzîkî sînor û girûpek li hêviya me ye, emê erebeyan bigrin û herin Nemsayê, li Nemsayê hevalên me li hêviya me ne em ê bi hev re herin Elmanya”.
Mistefa tekez kir ku ” ew saet Yekê bi şev derketine û saet çar gihiştine Nemsa, û di roja Pênşembê de 27/8 bozing hatiye dîtin, deriyê wê vekirî bûn, guman dikim tawankarî li Hingarya rû daye”
Bavê her du xortan wisa jî got:” Min ji berya 17 rojan de bi kuştina zarokên xwe bihîstiye, lê min veşart, li hêviya gihiştina laşê wan bûm, û min ev yek ji malbata Mesûd jî re got, lê birayekî wî ev nûçe ji berî hefteyekê de ragihand “.
Mistefa pirsyariya kuştina zarokên xwe avêt ser millê Yekîtiya Ewrupî ji ber ew li ser e`rdê Yekîtiyê qewimiye, û got:” şerm e ku tawankariyên wilo di dema ku Yekîtiya Ewrupî bi dimuqratiyê û mafê mirovan bang dike çê bibin, eger rewşa penaberan ji wan re giring be, bela sînor vekin, û rê nedin qaçaxçiyan ku bazirganiyê bi mirovan bikin”.
Bavê her du xortan, nivîskar Xelîl Mistefa wisa gotina xwe bi dawî kir:” Nikarim ji tu kesî re bibêjim koçber nebin, ji ber rewş dijwar e, mirovekî bawermend im, hêvî dikim Xwedê zarokên min bi dilovaniya xwe şa bike, sebrê bide diya wan, ew li gel min di rêza şehîdan de ne, ji ber bo zanistê koçber bûn, û li xerîbiyê, bi awayekî kirêt hatin kuştin “.
Ev nûçe di hejmara 28an ji rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin