Ji xwe di van her çar salên dawî de, û ev pêlên mişextiyê û koçbûna bi hijmarên mezin ji welatên ku nema welatin ku bûye her roj, bi hezaran penaber li Elmaniyayê bi teybet û li deverin din ji Ewrupa xwe wekû penaber tomar dikin, dibêjin em revyayî û birçî ne, û nema wêrin di malên xwe de rûnên! Ya giring ji xwe ji wan re ew e ku bi cî bibin û nan û ava wan ji wan re bê ango pêdiviyên jiyanê bi dest bixin, ji xwarin û vexwarin û hem derman jî , û jê pê ve tev de vala ye, ne lê zêde dike û ji xwe jê kêm nake.
Lê ka ma tev de jî bi cî dibin, ji xwe na, hin têne pijirandin û hin din jî ji wan re dibêjin: Heydê xwe hazir bikin û oxra we ya xêrê, be nabe hûn li vir bimênin, bi wateya ku penabertî ji wan re dernakeve (penabertî jî li vir bûye xal û xwarzê) lê ji xelkên Sûryayê re biçekî rewş taybet e, ji ber şer û dera han, lê tiştê ku nayê gotin êdî li vir destpê dike, îcarê zaro dibin file û ji bo çi? Ji xwe gava ku tu ji wan dipirsî, li te vedigerînin û dibêjin: Xwedê giravî Musilmanan tiştek ji me re nekir û ne dikin û va em li van deran e, li welatên ku Musilman ew bi xwe re fêrî vê çanda qirêj û gemar kirin (li gor gotina wan), lê ew bi xwe ne wilo ye bi carekê re, vaye ciwanmêra pêşwaziya me dikin û me bi cî dikin û pera didin me û bi Euro jî, îcarê ma File an Misilmantî!!? Ku li Erebistana Si`îdî welatên wekî din ji Turkyayê an Kurdistana Îraqê hete an Urdin an Libnanê, ji xwe ev gawir bi hezar carî ji wan çêtirin, û ji bo wilo em dibin File!!.
Baş e, lê tu nabêjî tiştekî din jî li wê navê heye ji me re nadin xuyanîkirin û herdem jî vedişêrin, tu nabêjî hetîketiya reş ji xwe di wir de ye, zaro dibin File ji bo ku êdî dilê Fileyên Ewrupa bi wan bişewite û mafê rûniştinê bidin wan, ango hema bi kêmanî bernedin wan an wan bi salan bê mafê rûniştinê nehêlin, îcarê nema dikarin kar bikin, ne bixwînin, ne derkevin dervî welatê ku lê ne, zaro dibin File ji bo pel melên wan bi serî bibin, û êdî mafê xwe yê fermî bi rûniştina li Ewrupa werbigrin, û êdî carê bikarîbe mêrkê me pê ji xwe re dakeve Turkî, here serdana çend mervên xwe yên belengaz ku nan tine ye bixun, û xwe paye bike û xwe li ser bibîne, vaye mêrik bûye Ewrupî, lê rebeno nizane ku wî li wir ” Xwe avêtiye wan û bextê wan û dêrê ” û xwe ji wan re kiriye erd, bûye File (ya giring ji xwe ev e) heyanî ku bi zorê ew hiştine û mafê fermî bi rûniştinê danê.
Îcarê yê ku do Musilman bû îro bibe File wê sibe bibe tiştekî din jî, mane bercewendî ye û bercewendî ye, êdî çi ji ber bimêne tişt pê ve tine, lê ka ji xwe me ji bîr nekiriye, ka yên ku li Ewrupa ji nûv re bi xwe hest dibin û êdî li Musilmantiya xwe vedigerin çima vê yekê tînin serê xwe?
Veya em ê careke din ji were bibêjin, wê xelekeke didwa ji vê gotarê re hebe .













































