Tu bi qedrê wan diravan bikî ku min ji te re li beravê razandine..
Dema qeyika me serûbin û niqum bibe bin avê…Destê min negre û min rizgar neke.. Lê çavê min bigre .. bera ez zaroka xwe nebînim dema pêlên deryayê wê daqurtîne.. zû serê min bixe nav avê, bera dengê pêlan guhê min bigre û nehêle ez dengê giriyê zaroka xwe bibhîsim..
Qaçaxçiyo …
Tu bi qedrê wî wijdanê xweyî temirî bikî..
Dema qeyika me bibe lîstoka pêlên har û hedana wê nemîne, neke hawar.. bera ew qeyik di bêhnikên dawî de jê re bibe dergûş û zaroka min li ser çengên pêlên deryayê rakeve..
Qaçaxçiyo …
Eger te xwe rizgar kir.. li beravên deryayê li sola qetyayî ya zaroka min bigere..min berya cejna bihurî jê re kirîbû û min jê re gotibû ku dema em bighêjin meqseda xwe ez ê solek nû û xweşik jê re bikirim.. wê solê bi qeyika Qaçaxçiyekî din veke ji bo ji çavan parastî be û niqum û bin-av nebe..
Qaçaxçiyo …
Eger Te xwe rizgar kir, ji zarokên xwe re çîroka min bibêjî ku çawa bavekî soza jiyenake nû da zaroka xwe û soz da zaroka xwe ku di kel-kela germa havînê de wî bibe beravên deryayê, lê soza xwe nebir serî û jiyana wî bidawî anî û li şûna qeraxên deryayê, ew avête binê wê..