Weke bayê bezê di nav pêlên deryayê de, û ji nişkî ve av gewriya jiyanê bidarve dike, jiyana ji ser lêva şûrê mirinê werbûyî û ber bi şûrê buhiştê ve barkirî, dibe keleka necdîvana, lê çaxa bîna giyan di asoyên şevê de belav bibe û şev xwe li gewriya peyvan bialîne, çendî hewl bide ku cil û bergên bûkaniyê li ber xwe bike, ji bilî paçê sipî tu kiras nîn in, li giyan bête pêçan, di kêferata bi deryayan re çi qasî tu bi newqa demê bigrî û bizava mayinê bike, dem ji himêza te difiştiqe !!.
Piştî çend xulekan Alan bi bişkurîneke sirt û xewna siwar bûna bayskilê, bê deng, li hember kîna deryayê rawesta, narvîn tu derfet ji omêdan re ne hişt, heçkû peyv ji lêvên mirovan biweşin, xewin û hêvî ji giyanê Alan weşiyan, tenê di himêza kirasê şîn de peyzok di rêsan,û demê jî bi bayê şev diz derfet ji sawêran re ne hêlişt ta li baysikilê siwar bibe, di nav pêlên du çavên şîn de di himêza Gulê de, xewin ji tilyên xewê herkîn.
Çendî giyan beza û bi bîn be di hevsingiyên bezê de li hember pêlan, dê nikarbe bîna avê biçikîne, û dê di bin lingên avê de têk biçe, ji ber derya di himêza torên nîçîrvanan de xewnan kom dikin û di bazarên reş de wan difiroşin û tu xewin di himêza avê de bi dawî nabin, av kil ji çavên şevê didize û parsiwê hêviyan di bin baskên xwe de dişkîne, Alan di himêza çavên Gulê de dinive ta bi sipêdê re lingê xwe li goga zemînê bide û bibe yarîzanek herî navdar di cîhanê de û tenê rûbelekî biqasî bejna xwe li Kobanê hilbijêre, Xalib jî Gulê û Alan di landika hêzinkan de dihejîne û di nav kêla girî de giyanê xwe dispêre landika êşan û di pêsîra tirsê de xatir ji Ebdulla dixwaze.
Firmêskên mîr û şahan gurbûna agirê di hinavan de venamirîne û dilên piçûk ji torên dizên xewnan di nav pêlên serxweş de li keviyên jiyanê na êwirîne, tenê weke dar û berê gemiyeke binavbûyî di kûrahiya deryayan de giyan penaber dibe, penaberiya di kurahiya deryayan de, hemî pencereyên hêviyan digire û tenê weke ji bermayên xewnan li keviyên zemîneke bi xîz di qefe, xîza ku mirov bi tilyên birînê nexşeya mirina xwe li ser sînga wê radixe .
Rondikên peyvan, kevên rupelên şewtî şil naken û kirasê şîn di hevrikiyan de, dimîne rûpeleke ziwa û derzan di dilê mirovahiyê vedike, çi qasî mirov li pey bîna buhiştê bikeve ji bilî firiştên deryayan tu sêvan ji dara jiyanê naçipîne, koçberî dimîne xewneke nîvco, û bêrîkirinek bi pîneyên êşê tê xemilandî.