Vaye cejna qurbanê li ber derî ye û wek em fêr bûne ji biçûkanî de ku di rojê cejnê de malbat li hev kom dibe, çi bikêf be, çi bi xemgînî be û vê kombûn kêfa me zêde dikir û xemgîniya me kêm dikir.Ev jî çandeke mebû û Em bi wê pirr kêfxweş bûn. Nuha ez dinerim ka kî ew ê lihev kom bibe?Kanî ew malbata ku karibe kom bibe? Her malbatek perçeperçe bûye û her perçak li derekê ye hinek li Başûr, hinek li Bakur belav belav bûne,lê dîsa em dibêjin ku rojekê bixwazin vegerin welatê xwe ewê bi hêsanî vegerin û caran em dibêjin ku ew di eynî xakê de ye yanî li Kurdistanê ne.
Lê ya herî merov diêşîne û herî zêde ew malbatên ku berî didn Ewrupayê. Ev jî roj bi roj zêde dibe ta bûye nexweşiyek û li nav xelkê bi xurtî belav bûye,wekî bahorê yek ji yekî pê dikeve.
Bê şert û merc zengîn, feqîr, xwende, nexwende ta gihaye malbatên şehîda yên ku xwîn li vê xaka pîroz dane.Tu herî kîjan taxê tu dibînî ku tiştên xwe difroşin û bi kêf dibêjin em ê herin Almanya..! Hin bi hin tax vala dibin, bajar vala dibin,xewnên sedê salan beravêtî dibin, Ewrupa li ber çavê wan bûye bihuşta li ser riwê zemînê, û derî ji wan re vekirî ye, mal, xwezayî, kaniyên meyê li meyxana diherike û periyên por zêrîn li kolanan mist in, kêf û seyran e.!? Milet ji bo van tiştên balkêş xwe li mirinê radikşînin pê li her tiştî dikin û biryara çûnê dibin û mirin wekî nêçîrvanekî jêhatî xwe daye benda wan kêf û seyranan.
Dehan li nav dehlan wenda dike, bîstan li ser qeyikekê difetisîne 71. mirov jî di bûzdolabê de jiyana xwe didin. (mirin bûye hijmar(
Tevî wilo Ewrupa ew bihuşta ku merov ji bo wê jiyana xwe bide (Wekî oldarên asê). Lê heya kengî em ê li dû xeyalan birevin, heya kengî em ê li Ser kurtêlên xelkê jiyan bikin û xewn û hêviyên xwe li Ser derewan ava bikin??.
Tu carî bajarê xelkê nabe bajarê merov, bihuşta xelkê nabe bihuşta merov. Ta Ewrupa bû ew bihuşta ku em xewna wê dibînin, xwîn li kolanan herikî û gelek mirov di agir de hatin biraştin û em ê bi rehetî bi hêsanî herin û bibibin xwedî mal û milk.!!
Em nizanin ku tiştê bi xwînê bê bidestxistin bi hêsanî naye dayîn,heger em bi hêvî ne ku em ê herin wê deverê û bibin xwedî mal û milk û rûmet em pirr şaş in, û bi hezarê salan dûrî me ye, rastiyek heye, tenê em ê bibin ber dest, çi di çayxanan de, xwaringehan de, û çi di paqijya kolanan de yan jî li ber deriyê meyxanan bin, û yên gelekî li xwe giran bibînin û qebûl nekin van karan bikin wekî xwedî bawernaman (şehade) ew ê li mala xwe rûnên û bi minetî bi qehr û qotik jiyana xwe derbas bikin.
Pirsek di vê boneyê de xwe davêje bala merov, çima? Heger em di vê peyvê de mijûl bibin ew ê gelek pirs xwe bavêjin bala me!? Yek ji wan pirsên sereke çima milet bi vî rengî dev ji warê bav û kalan berdidin? Bê gûman sedemên wê hene,valabûna welat. qirkirina çandî, wenadakirina dîrokekê, kok kişandin,û çima di vê demê de?!! Ev pirsan û gelek pirsên wekî wan cihê xwe di mejî de digre û her pirsek ji van bi xwe mijarek û lêkolînekê ye, giring e em li ser wan rawestin, û şirove bikin lê nuha tiştê ez dixwzim bêjim ku welatê me ber bi xeteriyekê de diçe, divê di vê demê de hikûmeta me û partiyên me dest bidin hev û pirsgirêkan çareser bikin û tedbîrên lazgîn ji vê nexweşyê re bibînin, ji hikûmetê tê xwestin wekî erkek sereke li sedeman bigere û çareseriyê jê re bibîne. Ne tenê hikûmet û partî bangewazî ji hemû saziyan re ye, civaka sivîl, Rewşenbîr, nivîskar, raghandin, her kes bi erkên xwe rabin. Divê ev nexweşî were dermankirin an jî wê bighê hestî û êdî derman jê re nayê dîtin..!!