Kawa Şêxê
Di salên dawî de di nava kurdan de mîna hemû miletên cîhanê sosyal medya bi rengekî mezin belav bû, û tevî ku li ser erdê ziman û hebûna wan nehatiye qebûlkirin lê di gelek rûpelên sosyal medyayê de zimanê Kurdî wekû zimanekî fermî ye û wek wî wekû zimanên din ên dunyayê tê bikaranîn.
Kurd jî ji ber ku deverên wan ên ku xwe tê de bînin ziman û derdên xwe ragihînin tune ne, bi awayekî gelek berfireh berê xwe didin sosyal medyayê ango tevna civakî û li wir derdên xwe parve dikin û kulên xwe jihev re dibêjin.
Kurd ku hinekî di van waran de nû ne, dîsan jî gavên baş avêtine û hejmara wan têrê dike ku cîhan bibêje ku Kurd miletekî gelekî aktîv in, li ser tevna civakî.
Tevî ku gelek Kurd ne zimanê dayikê bi kartînin û berê xwe didin zimanên Tirkî. Erebî, Farisî, Almanî, Ingilîzî û Rûsî dîsan jî mijarên ku li ser Kurdan, jiyana wan ya rojane û herêmêm wan di naveroka xwe de hiltînin, beşekî gelekî mezin di tevna civakî de digrin.
Lê pirsa giring ku gereke mirov ji xwe bike, gelo Kurdan ji vê medyayê sûd wergirtiye?
Mîna her tiştên din li cîhanê sosyal medya jî şûrekî du alî ye û dikare hem karê mirov biqedîne hem jî zirar bighîne mirov, derdor û civakê..
Lê mirov dikare derbarê Kudran û Medya civakî de xirab an jî qenc biaxive?
Di destpêkê de û bi taybetî di Paltalkê de Kurdan gelek şaxên xwe vedan û gelek ji kesên Kurd ên niha li ser asta civakê tên naskirin jiyana xwe ya siyasî li Ewropa di Paltalkê de destpêkirin û pişt re jî derbasî siyasetê bi awayekî normal bûn.
Bi taybetî li Ewropa û ji ber dûrbûna kesan ji hev û tunebûna jêderên agahiyan an jî kêmbûna wan, Paltalk şêweyekî gelekî baş bû da ku Kurd tê de bighêjin hev û bi taybetî jî di sala 2004an de piştî serhildana Qamişlo Kurd li dezgehekê geriyan û hewcedariya xwe bi medyayê dîtin û Paltalk di wan rojên serhildanê de yek ji alavên herî giring bû di jiyana Kurdên ku bi internêtê re didan û distandin..
Niha jî di salên dawî de Facebook û Twîter derketiye, bi giranî Kurdên bakur Twîterê û Kurdên Rojava jî Facebookê bikartînin.
Di van herdû malperan de zimanê Kurdî tê bikaranîn, lê bi milyonan Kurdên ku di van rûpelan de tevdigerin ji wan ancax ji sedî 20 ku zimanê Kurdî wekû zimanê Rojane û çalakiyan bikartînin..
Lê ji bilî bikaranîna ziman mijar ên danûstandinan Kurdî ne, gelek agahî, nûçe, bîranîn, çîrok, çand û huner, ziman û çalakiyên cuda reng li ser Kurdan an jî bi zimanê Kurdî li ser tevna civakî tên gotûbêjkirin.
Ev aliyê pozîtîv û qenc e ku Kurd tê de sûdê ji tevna civakî dibînin û karê xwe pê hêsan dikin, dengê xwe dighînin cîhanê lê dîsa Kurd jî mîna hemû miletên Rojhelatî li van deveran gemara xwe jî radixin ber çavan her wiha êrîşan li dijî hev pêk tînin.
Kurdan di paltalkê de gelek şaşî kirin heya gîha astekê ku gelek Kurdan nema karîbûn têkevin paltalkê de, ne jî nêzîkî wê bibin û asta Paltalkê daket heya giha asta ku bû cihê şerm û eybê û êdî her kesî ji ber hebûna xwe di Paltalkê de fedî dikir, û dema ku civakê bixwesta arzanbûna çandekê nîşan bidin digotin Çanda Paltalkê ye, Dema niha jî bi heman şêweyê çanda arzan li deverna jê tê belavkirin lê hinekî kêmtir.
Kurd di medya civakî de derewan dikin da ku kesê pê re ne lihev kêm bikin.
Hin Kurd li dijî kesên ne ji Ol an jî partî an jî hemfikira xwe dijberiyeke dijwar dikin û bêtir perçeyên civaka ji hevketî bêtir dûrî hev dixin.
Li ser hin rûpelên Facebookê mirov dikare agahî û tiştên giring bibîne lê ji ber ku taybet e û girêdayî kesayeta her kesî ye tiştên arzan jî li ser xuya dikin.
Bi giştî Kurd jî mîna hemû miletên din ên Rojhelata Navîn in, li ber xwe didin, şer dikin, lê di heman demê de xizmeta partiyên xwe jî dikin, carna jê dibin oldar û netewa xwe jibîr dikin, carna jê jî dikevin xizmeta dijmin û neyaran û mîna kewê ku li ser xefkê bixwîne, refên xwe jî tê werdikin.
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin. Hejmar (26) 1/9/2015