Ciwanê Ebdal
Weke Pênasîn, Koçberî, ew bi xwe barkirin ji welatekî ta welatekî din e, û em dikarin bêjin ku ew kes bar dikin weke kesane an weke malbat ji cihê xweyî pêşîn diçin welatekî nû hilbijartî bi sedema pir tiştan, wek çawa derfeta rewşê dide.
Pir sedemê koçkirinê hene, bi xwe merov dikare du sedeman an du beşê sedeman bibêje: Yek bi destê merov e, yek bi destê kotazorê ye..!
Beşê yekem ew e: Di pêşî de mirov li cihê aştî û aramî digere, di dû re li cihekî abûrî xweş digere ku jiyana xwe û jiyana kesên bi me ve hatine girêdan, wek mal û malbat xweş û geş bike, ango bi kêf û reza xwe Ji cihên bav û kalan bar dike… bi kurtegotinê: Koçkirina ji cihekî lewaz û tiral ta cihekî bi xêr û bêr.
Beşê duyem ew e: ku bi sedema desdarî an bi destê kotezorî merovan koç dikin, û ev bi xwe pir zor e. ji sedema konevanî, olî û gelî.. an ji sedema şer û pevçûna kesane yan şer û pevçûna hêzên gelî, an hêzên olî, an koçkirina ji cihekî tevlevî lê hebe ta cihekî aram û aştiyane be.
Berî em jibîr bikim, tê xuyakirin, koçkirina demsalî heye. û koçkirina bi yekcarî jî heye.
Rengê koçkirinê, du sê reng in, yek jê koçkirina ji hirêmekê ta hirêmeke din di çarçeveya welat de, ji bo kar û karmendiyê, ta demkê an bi yekcarî.. weke ji gundan here bajaran, ya din koçkirin ew koçkirina ji welatekî ta welatekî din.. bi veger hebe. an bi temamî cihê jîna xwe, û cihê karê xwe dughere.
Bi rastî bandora vê buyerê li kesan zor e, ji ber dijwariyeke tund dikşînin, ku di warê nû de bi cih dibin, di civateke nû de, awayekî nû dibînin, ango jiyaneke nû dijîn, rewşeke guhertî ji zarav û ji sincan li wan dibin. Zora mezin ku koçber xwe weke kes kêm dibîne. Xwe tenê dibîne, weke kême-gel an weke kêm-ol!? jiber hertim xwe kêm dibîne.. xwe hêsîr û pelengaz tê pêşwazîkirin.. ku karê zehmet û erzan bi dest dikeve. Her wiha dil şkestî û melûl tê pîvan.
Ta dighê asta ku cuda di navbera bav û zarokan de çêdibe, pir pend û reseniya xwe winda dike.
Nêrîna jorî.. rola bendor li kesatiya koçber xuya dike. Lê roleka din li bajar an li welatê lê koçbûne zore dikşînin. Ji kesayetiya xwe de, di karûbarê xwe de, di civaka xwe de.. wtd.
Belê. Bi rastî yê koçber jiyaneke nû dixwaze. Lê li warekî ne durist rastê, ew divê jiyana xweyî abûrî xweş bike. Lê li hemberî vî tiştî pir tehl dixwe, pir tiştên giran hiltîne, her gepek nan bi ziqûm e, her bihnek bi keser e. berê gotine (xerîbî zor e), û gotine: (şam şekire, lê welat şêrîntir e).
Koçkirin bi xwe tê wateya ku kesek an komek kes weke karwan koçber dibin ji cih û warê xweyî resen, cihê bav û bapîran, ta welatekî biyan, xurbet.
Koçkirina dema îro ku li welatê me dibe, tiştekî ne durist e, ew tiştê liber çavê me çêdibe, belê. Ji sedema kirîz û bûyerên şerê xwekujî li welatê me Sûriyê, an li hirêma me Rojavayê Kurdistanê çêbûye, da piraniya gel û cemawer ji warê xwe koç û bar kirin. Lê cudahî heye di nav van koçkirinan de, ku sedem jiber abûriye. Ku xortên me koçbûn dewletê derdora Sûrî, weke Herêma Kurdistanê, Tirkiyê, Libnanê, çi bi hêviya kar û xebatê, çi jiber ne aramiya hirêmê, tevî pir mal koçkirin, li aramiya xwe geriyan, ew bi xwe têr û zengîn in, mala xwe tev bar kirin..
Wek me got: Ji bo kar çûn, hin jiber nearamî çûn, Lê ev tişt hesane li ber koçkirina teva. Koçkirina bê wane û bê wate.. ku welat vala bû ji kesên xwe, her wiha rewşa civak û kesatiya war, an hirêma kurdî vala bû, û abûrî rawestiya, çandî rawestiya. Karmendî rawestiya!!.. bi gotinekê Kurdistan li ber linga çû av û av.
Ji vir weke bangekê em dibêjin, divê destedariya hirêmê çareserîkê zû bibîne, ji xortê me re, ji keçê me re, yê bê hevjîn mane, ango bê zewac mane. Ev erd bê çandinî ma ye.. Gelo çawa wê jiyan hevbeş be û bingeha jiyanê diqurmiçe?
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin. Hejmar (26) 1/9/2015