”Gellekan xaniyên xwe firotin; xaniyê ku bi salan kar û xebat û rezîlî bo kirîna wî dîtin, bi hêsanî firotin, bêyî ku hêsirekê birjînin.”
Ebas Mûsa
Girêdana bi xakê ve, çûna ji welêt, koçberiya bêhempa, nasname, welatparêzî, xinizî, perîşanî, û riya Ewropayê ya kujer.
Ev mijarên herî balkêş in di van rojan de, ku gengeşe li ser dibin. Di êvarê de dema ku tu di kolanên Qamişloyêde bigerî, helbet wê dengê telîfonan bala te bikşîne, her kesek bi hinek meriv an zarokên xwe re daxive.
Koçberiya bêhempa pirsine pirr mezin dertîne, ne tenê girêdayî ye bi nasnameyê, lê bi koçeriya Kurdî, û welatên gerok ve, dê çi bimîne ji stranên li ser xaka pîroz, an jî nalenala kurdan li bajarên Şam û Helebê, ku digotin (Xaka Qamişloka rengîn em nadin bi malê duniyayê).
Pirsgirêk rengin xerab dide, gelo ew çi ye yê bihêle ku koçberek ciwan ji bajarekî mîna Qamişlo /Bajarê Evînê/, şad be bi gihiştina Ewropayê! Di dîmena vîdiyoyêkê de ciwanekî kurd diaxive: “Yadê te digot tu nagihêjî, lê va ez gihiştim”, girnijîna wî ciwanî pirr mezin bû, ta astekê ku tu dikarî bibêjî bê ev ji çi dojehê derketiye.
Mînak pirr in û çîrok pirrtir in, gellekan xaniyên xwe firotin; xaniyê ku bi salan kar û xebat û rezîlî bo kirîna wî dîtin, bi hêsanî firotin, bêyî ku hêsirekê birjîne.
Dibe ku sedemên çûyîna her kesekî cûda be ji yên dîtir, lê helbet pirraniya wan dilxweşiya xwe tînin ziman, tu dibê qey ev welat tu carî ne warê wan bû, û nameyin rijî dişînin şûnwarê xwe, nameyin dagirtîne bi hestin sexte.
Welat di demê zehmetî û wêranan de bi destê miletê xwe ava dibin, an jî bi kêmanî birîn bi destê wan tên pêçan. Mijareke mîna koçberiyê gellek sedemên wê hene, çi siyasî, çi aborî, lê helbet tiştekî girîng heye ku divabe em li ser rawestin.
Nasname û Girêdana Bi Xakê Ve
Dema ku mirov ji welatê xwe koçber bibe, ya normal ew e ku xemgîniyek hebe; xemgîniyeke ji dil û rat be, ji ber ku mirov dev ji koka xwe berdide, û ji ber ku (Şam şekir e, lê welat jê şêrîntir e).
Jineke Kurd şekir li cîranan belav dike, ji ber ku kurê wê nişteciyî wergirt (di kultûrê kurdî de şekir tê belavkirin dema tiştek gellek baş û şêrîn dibe), ev dîmen gellek wateyan dide, dibêje ku li te pîroz be welatê te yê nû, û li gorî çîrok û agahî û hevdîtinan bi nişteciyên Kurd li Ewropayê, ku ew welat jî ti sûdê ji pirraniya van penaberan nagirin, û dema ku regeznameyê werdigrin û dibin (Zarokê wî welatî) nikarin bibin welatiyin baş bo wî welatî.
Pirsgirêka koçberiyê derûnî ye beriya her tiştî, ji ber miletê ku li ser stranên xaka welat a zêrîn, xwedî bûye, dê çawa bikaribe bi vê hêsaniyê dev jê berde.
Kesên ji ber astengiyin siyasî koçber bûn nikarîbûn li hember kiriyarên desthilatdar li ber xwe bidin, û nikarîbûn bibin rikberiyek xurt, ji ber rikberî dema ku ne rû bi rû be wê ti wateyê nede.
Kesekî ku bikaribe 9 hezar dolar bide hev û têkeve şepêla koçberiyê bibe û di behran de bimre, yan bighêje, destek li paş û yek li pêş, wê gellekî bimîne ta xwe yan ber xwe bibîne.
Mijara koçberiyê mijareke pirr mezin e, û gellek kes sûcdar in çi desthilatdar, an rikberî, yên ku ta aniha li ser vê qeyranê ranewestiyane, lê koçberî bi vî rengê berfereh nema kiryareke kesayetî ye, ku bi kesekî tenê girêdayî ye, mijar aniha girêdayî nasname û hestê girêdana bi xakê ve ye.
(Li vir im, Nobedarê dara gwîzê me, Tiwa li hewşê, Nobedarê tenûra dayka şêrin im), ev yek ji wan stranan bû ku Kurdan lê guhdar dikirin dema diçûn Ewropayê, û nikarîbûn bi dilşadî bibêjin va em li wir in, îro li ser rêyên mirinê şepêlê penaberan xwe dispêrin rêyin nediyar da ku bighêjin welatên Rojava, welatê wan, bêyî hêsirekê birjînin, an li paş xwe binerin.
Dê stran bimînin mîna birînekê di gavên me de, em li vir in, hûn jî li wir in, û di navbera me de tenê çîrok û hestên sexte, û nivîsa dîrokeke bê xwedî, heye.
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin. Hejmar (26) 1/9/2015