Ebdulselam Xoce
Di civaka kurdî de, li Rojavayê Kurdistanê, û bi taybet di van çend salên dawî de, diyardeyên berbiçav hatine diyarkirin û bandoreke neyînî li ser civaka kurdî kirin.
ev diyardeyên ku em ê tîrêjên ronahiyê di vê babetê de bavêjin ser ku di vê gotarê de qet têrê nake..!, lê merov dikare bêje ku hewildaneke ji bo ku em zanibin ku ev diyardeyên han çiqasî neyînî,”Selbî ne”, li ser civaka me. Ji wan diyardeyên ku ez dixwazim behsa wan bikim, zewaca keçên temen piçûk û ên li jêr temenê 18 salî, li devera me, sedem û bandora wê li ser derûniya wê keçê û herwiha li ser malbat û civakê bi giştî heye.
di van çend salên dawî de pir malbat û bi taybet ên xizan, keçên xwe di temenekî pir piçûk de, didan temen mezinan, û bi bihayekî pir kêm.
Derbarî vê yekê de rêxistinên navdewletî hişyarî dane ji metirsiya vê diyardeya han ,û yek ji wan rêxistina Hiyûmin Rayts Woş ku doz li hemû dewletên cîhanê kir ku vê mijara han berbiçav bigrin.
Rêxistin di daxwaza xwe de dide diyarkirin ku zewaca keçên li jêr temenê 18 salî, binpêkirineke ji mafê wê keçê re, di xwendin û dûrxistina wê ji tund û tujiyê ye. Hin serjimêrin vê dawiyê didin diyarkirin ku hijmara zewicandina keçên li jêr temenê 18 salî bi rengekî fermî û li dadgehan li hemû parêzgehên Sûriyê, gihaştiye,” rojê 200 keç”, û yên li derveyî dadgehan rojê dighê (100) keçî..
Lêkolînerên pispor derbarî vê yekê de, dibêjin ku ev diyardeya zewca keçên temen biçûk di rewşên ne aramiyê û şer de pir zêde dibin û bi taybet ji hêla aborî ve, ku pir malbat mecbûr dibin ku di vî temenê piçûk de keçên xwe bizewicînin. Lê dema ku merov bihûrbînî li kitekitên vê diyardeyê bimeyzîne rastî gelek çîrokên tiracîdî jê derdikevin mixabin!
ji hêla ku piraniya wan keçên temen biçûk û hatine zewicandin, an hatine berdan piştî demek kin ji zewaca wan, û yan reviyane û yan xwe kuştine û gelek tiştên din ku dibe cihê xemgîniyê li ba gelek malbatan.
Li vir giring e ku em vê pirsê bikin: Gelo sedem çi ne ku hetanî vê gavê tu hewildan nehatine kirin ji hêla saziyên ku xwe hildibijêrin ji saziyên civaka sivîl? herwiha ji hêla rêxistinên mafê mirovan li devera me.!!?
sedem çi ne ku hewildan nayên kirin bo belavkirina têghiştinê di riya semînaran de ta ku, bê diyarkirin bê çiqasî bandora vê diyardeyê, pêşî li derûnî û jiyana wê keçê dibe û li malbat û çivakê bi giştî jî dibe.
derbarî vê diyardeya bivek “xeter” e li ser civakê, pîwîst e ku mîkanîzmeke hûrbîn bê dîtin û ev diyardeya han bê hilbijartin wekû tawaneke mezin û malbat di despêkê de û di pey re civak, bên hişyarkirin ku ev tiştê ku tê kirin gunehek mezin e derheqê keçan kêm temen de .
Hewildan erkekî sereke ye ku mirov li ser rawest e, û giring e, ku karekî lezgîn bê kirin ta ku sînorek ji vê diyardeya xerab û bivek re bête dîtin,û vê tawana ku hin malbat dikin derheqê zarokên xwe de bibe mijareke sereke ji hikûmeta kantona Cizîrê re.! .
Gelo wê dengê me bikin…?!!!.
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin. Hejmar (26) 1/9/2015