Alan Pîr Mem
Na bi carekê re, hene yên ku ji xwe re kar dikin û pera ji Elmana bêhtir didn hev û dikan û karê wanî bi wan ve taybet heye û hene yên ku ji xwe re li dibistan û bêhtir li zanîngeha dixwînin, fêrî ziman bûne, û dixwînin wek wan wekû hemû kesên din yên ku ber bi van welatan ve tên ji bo kar û xwendinê
Çûn û hatin û tevlîbûna nav xelkên biyan, nav zane û nezanan, serdan û çûn û tevlîbûna dibistan û zanîngeh û akadîmiya û deverên peyxam û zanînê çi li hundirê welêt û vê dawiyê û bi pirranî li derveyî welêt hişt ku civak êdî bi xwe û bi kesayeta xwe hest bibe, xwe bi qat û xelk û çêkirê xwe nas bike, bi hezarên mişext û koçber û penaberan li deverên pirr û rengereng ji cihanê û li welatên herêmênî nêzîk ji ciwan û xortên me hiştin ku êdî li tenişt zehmetiyên ku tê re derbas dibin yên ku merov aniha bi tevahî nikare bihejmêre, çavên wan bi ser cîhanê ve vebe û xwe bi himberhêna milletên din bibînin, wê hin bibêjin , mane tev de penaber û ji dever û cihên xwe mişext û koçber bûne, rast e lê di ser wilo re jî wan dest danenî li ser dest û wilo neman bi tenê ku gilî û gazinan bikin, lê belê karkirin li Hewlêrê û li Îstenbûl û li bajarên din jî ji Turkyayê û ji Kurdistana başûr û yên ku ji xwe berê li Libnanê ne wan jî ji xwe re kar dîtin û xebitîn û pere dane hev û li wan welatan wekû niştecihê wê bûne xwedî mal û kar meriv jî .
Û ji xwe îcarê gava em berê xwe êdî bidin Ewrupa û welatên ku kurd lê di van çar pênc salên dawî de niştecih bûne û bi taybet li Elmaniyayê, welatê ku bi hezarên kurda di nava civaka xwe de xwedî dike ji bêhtirî ji heftê salî û heyanî niha ku kurd wê wekû heval û hevalbend ji kurd û kurdistaniya mere dibînin, îcarê niza rastiya vê heyanî kîjan radeyê heye , lê belê babet ji xwe ne eve , bêhtir ku min dixwest ez balkêşiyê bênim ser wê yekê, bê êdî kurd li Ewrupa çi dikin, ne tenê penaber in, û ne tenê koçber in û dilê xelkê bi wan dişewite û guneh û reben in.
Na bi carekê re, hene yên ku ji xwe re kar dikin û pera ji Elmana bêhtir didn hev û dikan û karê wanî bi wan ve taybet heye û hene yên ku ji xwe re li dibistan û bêhtir li zanîngeha dixwînin, fêrî ziman bûne, û dixwînin wek wan wekû hemû kesên din yên ku ber bi van welatan ve tên ji bo kar û xwendinê. û li Ewrupa jî her wiha niştecî bûne û bûne hemwelatiyê wê û mafên wan wekû mafê xelkê cihe û hemû jî li ber yase yê yek in, ya kesî li ser ya ên din bi carekê re tine ye.
Li Ewrupa mal vekirine, zarokên wan li wir çêbûne, mezin bûne, dîsa jî ne zimanê xwe ji bîr kirine, û ne bûne Ewrupî û bêhtir Elman, ji ber ku bi pirranî li vî wealtî kurd ji her çar perçeyan dimînin.
Îcarê niza, min bi xwe tiştekî wan û penabertiyê hêjî di nav hev de nedîtiye, wekû hemû biyanên din li van welatan dijî, kar dikin, dixwînin, dibin bijîşk, berfedêr, endezyar, firoşyar, û her tişt .
Îcarê bi hêviya ku êdî rijekê vegerin welatê xwe û tiştê ku ji wan welatên pêşketî fêr bûne bi xwe re bînin welatê xwe û pê de pê de êdî ber bi pêşerojê ve biçin .