Tirî bi serê xwe dermanxaneye, em Kurd pirî caran dema fêqîyan dixwin, tiştê herî kêrhatî û derman naxwin û tavêjin. Yek ji van jî TIRÎ ye. Dema em tirî dixwin tûvil (qaşil) û dindikên (sîsik , tov, bizir) wî tavêjin û naxwin. Di rastîya xwe de dermanê hemi derdan qaşil û bizrê wî ye. Xasma (taybet) tirîyê reş, (an jî mêwrîj, mûrîj-mewîj).
Tirîyê reş bi serê xwe wek dermanxanekê ye û ew jî xelata xweristê ye. Hewceye tirî bi qaşil û sîsik ve bê xwarin. Kesên diranên wan dest nadin, bila sîsika wê nehavêjin, di sîrkutê, an jî bi awayek din biherişînin, jibo kevçîyek sîsik du kevçik mast an jî hingiv tev bikin û bixwin.
Ji dara tirî re mêv tê gotin. Tirî fêqîya wê mêwê ye. Ji mêwekê pir qurm (navteng) û çik derdikevin. Ji wan jî rîşî derdikevin, ew rîşî aloke ne, xwe di daran dialînin û heta bi 30 mitroyan jî bilnd dibin. Mêw pela xwe diweşîne.Pelên wê bi gelenperî pênc parçe ne, û kesk in. Kulîlka wê di navbera çar û şeş girêkan li hember pelan vedibin. Jibo kulîlkên wê bibin fêqî, hewceye germahî ji16 derecan kêmtir nebe. Di navbera 18-21 derecan de kulîlk dibin toz û %50 ji wê tozê dibin libên tirî. Tê gotin ku bi hizaran cûreyên tirî hene. Lê qasî 100 cûreyan çandinîya wan tên kirin. Tirî bi rengên xweve sor, reşmor, zer û spî ne. Hinek bi sîsik û hinek jî bê sîsik in. Li gor hewcedarîyê jibo xwarin, doşav, pestiq, mewîj û benîyan tên çandin.
Welat û dîrok: Welatê tirî Mezopotamya ye. Lê hinek dibên “Anatolî, Asya biçûk û Kafqasya ye”. Lê li her deverê çîhanê tê çandin û lê hêşîn têt. Dîroka wê ji 7000 salan berjortire. Ji 5000 salan wir de çandinîya wê û rezvanîya wê tê kirin.
Li gor pispor û lêkolînvanan “Tirî bi serê xwe dermanxane“ ye. Li Kurdistanê bi qasî heftê cûreyên çandinîyê hene. Tirîyên herî navdar ê deverên Herzincan, Harpût, Malatya, Bêsnî, Entab, Mêrdîn, Amed, Herdîş û Gelîyê Tîyarê ne. Bê goman ev tenê yên Kurdistana Bakur in. Rojhilat, rojava û başûr jî ne jê kêmtirin.
Li ser lêkolînên Zanîngeha Qeyserî ya biokîmya, Aysun Çetîn dibêje: “tirîyê reş jibo xweşkirina (tedawî ) penceşêrê pir bi fayde ye. Kesên kemoterapî û radîoterapî dibin, divê rojê fincanek mewûjên reş ên bi dindik (hewceye dindik baş bên cûtin) an jî gûşîyek tirî bixwin”.
Di dindika tirî de madeyên bioflavonotît û proantîokîyanîdîn heye. Ew ji vîtamîn C 20 caran û ji vîtamîn E 50 caran bihêztir antî oksîdan e. Di bedena mirov de ji mûyê serî, heta nenûkên pîyan bi reh û mûrehan ( rehên mûyane ) dagirtîye.
Dema ew bixetimin, xwîn tê nagere û ew dever pûç dibe, dimire. Dindka tirî wan mûrehan (damarên wek mûyên zirav) vedike û pêşîya hemi nexwşîyan digire. Deverên nexweş jî dikewîne.
Cara yekem ev tişt di 1947an de li Fransa di Zanîngeha Bordeaux de ji alîyê Profesorê Tibê, kîmyager Jack Masquelier ve hatiye tesbîtkirin. Li gor lêkolîn û ceribandinên li Fransa (1985) yên li ser 92 nexweşên di bin qontirolê de, 28 rojan serê kes 300 mîlîgram sîsikên tirî hatîye dayîn. Van dindikan % 50 êşa beden, kirampfên (ji nişka ve hişkbûna reh û jîyan) dema razanê û mûhrîbûnên dikevin ber çavan kêmtir kiriye.
Kêrhatî: Sîsika tirîyê reş . Sîsika tirî antî oksîdanek herî bihêz e. Di bedenê de xisarên ji alkol û cigarê tên kêm dike. Xwînê çêdike, pêşîya bêxwînîyê digire. Xwînê paqij dike. Çerm xweşik dihêle û pîrbûnê (kalbûnê) bi direngî dixe. Çerm bi hêz dike.
Tirîyê bi sîsik: 1- Pêşîya helîyana hestîyan digire. 2- Xwedîker e. 3- Beden û zêhnê bi hêz dike. 4- Di bedenê de avêtina madeyên xisardar pêk tîne. 4- Zixta bilind dadixe. 5- Jibo kewîna brînên aşik (mexde) , gastirît ( tirşbûna aşikê), mêlak (kezeb-cerg), xalik (fatereşk) ê dibe alîkar. 6- Qebizê hiltîne, ji kewîna bawîbûnê re dibe alîkar. 7- Dil bi hêz dike, xwînê paqij dike. 8- Vereşîn (xelihîn) û tirşbûna aşikê li cem jinên pêgiran (dugîyan – hemil) disekinîne. 9- Dibe alîkarê avêtina kevir û xîzên nava gûlçîsk (gurçik) an. 10- Rehan (Damar) vedike, brînên wê dikewîne. 11- Jibo nexweşîyên çavan û şevekorê çavêşê, gazindeyên çavan yên ji kompîtûr û televîzyonan tên. 12- Jibo warîsan û peçivînên li beden. 13- Jibo kewandina nexweşîyên ji dev, qiriq û sersing tên, dibe alîkar û hwd..
Karanîn: 1- Çaya belga mêwê- 2- Ava mêwê. 3- Xwelîya mêwê. 4- Ava tirî. 5- Macûna sîsika tirî. 6- Sîrka tirî. 7- Xweşava mewrîjan. 8- Dims, pestîq, benî, mewrîj, şerab û hwd.
1- Jibo îshalê bisekinîne: Jibo her qedehek çayê pelek belgên mêwê (ter anjî hişk ) bêxin nav firaxekê bila sê kel bênê. 5-10 deqîqan di dema xwe de bimîne û biparzinin. Rojê 3 caran qedehek çayê jê vexwin.
2- Belga mêwê hişk bikin û di nava destê xwe de biperixînin, ku bû toz, wê tozê deynin ser brînê.
3- Belge mêwê ya ter deynin ser brîn û qûnêran, ewê edava nava wan bikêşîne û bikewîne.
4- Ava mêwê: Dema hûn mêwê rûdin (bikesixînin) wê avek jê bê. Wê avê berhev kin, wek pansûmanê jibo sotina çavan û kapekên bihrûyên (burh-ebrû) xwe xin. Û jibo helandina kevir û xîzên nava gurçik û sefrayê, bi zikê birçî qedehek çayê jê vexwin.
5- Xwelîya mêwê: Wan çiqên we rûdayî nehavêjin, bisojin û hilînin. Li gor hewcedarîyê 3-4 kulm ji wê xwelîyê bikin nav tenekek avê û niv seetê bikelînin. Bila hinekî bimîne, paşê biparzinin û jibo xura serî û kapekê serê xwe pê bişon. Hûn dikarin wê avê jibo kuxuk, alûgûhîşk (alok), qirikêşê jî xerxere bikin.
6- Ava tirîyê reş wek şîrê dayikan e . Di lîtrek ava tirî de 800-900 kalorî heye, ew jî bedêla xwarin û vexwarina nîv rojê ye.
7- Heke rojê 3 qedehên ava tirîyê negihiştî (xam) du hefteyan li serhev bê vexwarin, wê kevirên nav gurçikan bihelîne. Heke zikêş û serêşê çêbike, jibo telafîya wê qedehek ava hinaran anjî lîmonê vexwin.
8- Maska tirî: Tirî biherişînin û li rûyê xwe xin, bila seetekê li ser rûyê we bimîne û paşê bişon.
9- Macûna sîskên tirîyê reş: Dindikên tirî di sîrqut an jî bi awayek din bi herişînin. Jibo her kevçîyek bizir 2 kevşîyên mast an jî hingiv tevlê bikin û vexwin. Jibo nexweşîyên me li jor got bi kêrhatî ye.
10- Sîrka tirî: Ava tirî bigivêşin bikin firaxekê, tûlbendekê (kitan yan tiştekî din) pavêjin ser bila 15 rojan bimîne, paşê biparzinin. Li gor dilê xwe bixebitînin.
11- Macûna mewrîjan: Mewrîj, kakilê gûzan (behîv, bindeq. fisteq jî dibin) bi hevre biherişînin (di sîrqutê de biqutin) û hinek nîvişk jî tevlê bikin û berî xwarinan kevçîyek şêranî jê bixwin.
12- xweşav, pestîk, mewrîj, benî, dims jî çê dibe.
Xendan