Di heyama çend rojên borî de li encama hêrîşa hêzên leşkerî yên Rejîma Îranê li deverên sînorî yên di navbera Rojhelat û Bakûr de 2 Kolberên Kurd jiyana xwe ji dest dan.
Jiber nebûna kargehên hewce û navendên pîşeyî, bêkarî û betalî, ferq û cudahî û çendîn sedemên din xelkên deverên sînorî neçar dike ku ji bo dahat û bijîva jiyana xwe rû ji kolberiyê bikin.
Eve di demekê de ye ku ji destpêka îsal û heya niha 25 Kolber bi teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin.
Xendan