Ebas Mûsa
Di zaroktiya me de, di salên notî de, me tenê dengê gulleyan di şahiyan de dibhîst, hertim kesek hebû derdiket nava govendê, û çend gulle diavêtin ber bi asîman de, û her wiha di şahiyin bi vî rengî de, bûyerin ku çêdibûn tim girêdayî gulleyên çewt bû, yên ku şahî dikirin şînî. Ji çar salan û vir de gulle bûn tiştekî normal di jiyana me ya rojane de, nifşek ji zarokan vaye li ber dengê gulle û bumbeyan mezin dibin.
Ji destpêka 2012an ve û ta aniha şer li Rojava nerawestiya ye, jixwe li Sûriyayê tevayî jî, hertim çeperên şer germ in û li seranserî vê demê serkeftin û şkastin hebûn. Di serkeftinan de gellek xelk derdiketin û gulle ber bi asîmanan de berdidan, ev rengê han ji şahiyê bû diyardeyek, û beşek mezin ji xelkê tê de beşdar dibûn.
Berdana gulleyan bi rengekî pirr, wekî yê ku di kolanan de dibe, encamin neyênî dide, û heger em vê diyardê binirxînin emê nêzîkî sedemên wê bibin. Helbet dema ku serkeftinek leşkerî hebe, û ji bo vê serkeftinê gellek gulle bêtin berdan, wê moralê xelkê bilind bibin, lê berûvajî hestê serkeftinê, encamin xerab jî derdikevin, a herî xerab jê ew e bi dehê çîrokan hene ku gulle li kesnan ketine, hin ji wan gihane ber mirinê.
Ji bilî vê yekê jî dengê gulleyan bandoreke pirr mezin li derûniya zarokan dike, û tirsê dike hinavên wan de, û ji ber rewşa awarte, nema kes dizane gelo gulle bo şahiyê ne, yan jî tiştek qewimî ye.
Li hember diyardeyeke bi vî rengî ji Asayîşa Giştî tê xwestin ku bikaribe wê bidawî bîne, tevî ku Asayîşa Giştî daxuyaniyek derxist piştî ku gellek kesan ev diyarde rexne kirin, lê ti encam neanîn, ji ber ku ta bi endamên Asayîşê jî li gellek deveran gulle bi geşbûn berdidan.
Şaştiyek heye di rengê şahiyan de, ji aliyê civakê ve, û helbet sûcê rêveberiyê tê de gellek e, li hemberî diyardeyeke wisa rêxistinên civak a sivîl jî ti kampanyayin lidar nexistin, an jî ti çalakî û bi çi rengî nekirin, ji ber yek ji karên rêxistinên civak a sivîl ên sereke ew e ku çavan li neyêniyên diyardeyên wisa veke, û zextê bike da ku aliyên xwedî biryar ne tenê daxuyaniyan derxin lê li ser erdê bêk bînin.
Ji ber ku ji bilî van neyîniyê vê diyardeyê gellek pere tên rijandin, ligel rewşa abûrî ya awarte ku Rojava tê re derbas dibe.
Tenê em nas bikin bê ji boyî lîstka gokê û serkeftina tîmekî, gulle tên berdan, em dê wê çaxê nas bikin bê çi qasî dest hatiye berdan bo teqandina gulleyan. Peydabûna çekan bi gellekbûn di nav destên xelkê de, yek ji wan sedeman e ku berdana gulleyan jî pirr be.
Diyardeyeke mîna berdana gulleyan ber bi asîmanan de, nabe ku bi çavekî biçûk were dîtin, û ji bo ku ev diyarde raweste yan jî kêm bibe, diviya ku aliyên xwedî biryar bi xurtbûn li hemberî wê yasayan pêk bînin, her wiha gerek rêxistinin civak a sivîl di barê vê diyardeyê û çi diyardeyên bi vî rengî bi rola xwe rabin.
Gellek rengê şahiyan hene ji bilî teqandina gulleyan, û helbet dema ku serkeftinek bêhempa hebe, em dê karibin hestên xwe derînin û bi gellek regin din.