” Bi taybet li Hungaryayê û bi peyvne pirr zelal gotin: Em nema dikarin pêşewaziya penaberan bikin û yên ku tiliyên wan jî berê li cem me hene dîsa jî çênabe li me vegerin û hevpeymana Dublin ji xwe me nema divê“
“ Yê Ewrupa bêsînor bixwaze divê xwe li hevpeymanên wê jî bigre an Ewrupa û hevpeymanên wilo ji me re nabin“.
Alan Pîr Mem
Ji xwe vê dawiyê deng gelekî bilind bûn û tirs jî her wiha xurttir û dijwartir bû ji gelek aliyên Ewrupî ve ku rojane bi hezara penaber ji hemû deverên cîhanê ber bi welatên wan ve tên her bîst û heşt welatên Ewrupî yên ku sînor di navbera wan de tunene li gorî hevpeymana Şêngin ya ku di salên destpêka heştê de hatibû danîn. û ji xwe tirs ji vir ve destpê kir .
Di kongireya wanî vê dawiyê de li paytexta Belgien li Brüssel li hev rûniştin û li tenişt kirîza Yonanê û deynên wê û serêşiyên ku ji Elmanan re çêkirine doz û doseya penaberên ku ber bi Ewrupa ve bi rojane tên bi firehî hate vekirin û tê de wekû biryarekê hate sitandin ku her welatekî di yekîtiyê de di EU-Europa de divê êdî xwe li hevpeymana Dublin bigre ji ber ku çênabe penaber bi tenê li çar an pênc welatan belav bibin û mafê penabertiyê li wir li wan welatan werbigrin, lê divê welatên din jî her wiha vê berpirsiyariyê rahêjênê çawa ku dengê Angela Merkel ji Berlinê ve bilind bû û ev got . ji aliyê din ve û Bi taybet li Hungaryayê û bi peyvne pirr zelal gotin: Em nema dikarin pêşewaziya penaberan bikin û yên ku tiliyên wan jî berê li cem me hene dîsa jî çênabe li me vegerin û hevpeymana Dublin ji xwe me nema divê, lê ka me ev wilo bi hêsanî jî derbas nebû, li Austriayayê wezîra navxweyî û bi dengekî bilind di riwê cîranê xwe de di riwê hikûmeta Hungaryayê de rabû û got: Yê Ewrupa bêsînor bixwaze divê xwe li hevpeymanên wê jî bigre an Ewrupa û hevpeymanên wilo ji me re nabin, û ji xwe ji cara yekemîn re ye ku Ewrupî wilo gurr bûne û ji hijmarên mezinî mezin ji penaberan tirsyane, yên ku ji welatên şer û xizanî û pirsgirêkên ol, ayinî rêçewazî û siyasî û aborî direvin û li jiyaneke xweş û pêşerojeke xweştir digerin. Û ji xwe Italyayê jî dengê wê ne nizimtir û lawaztir bû , wan jî nema penaber divên û ji berê ve ji xwe ew rebena ne li kulanan radizên û pars û pîstî û diziyê dikin ji ber ku hikûmet mafê ne kar, ne rûniştin, û ne xwendinê li Italyayê dide wan lê ya baş ewe çawa ku penaberan digot: Ku hema rê ji me re vedikin em ber bi welatên din ve herin wekû Elmaniya û Siwêd û Norgway û Dênîmarkê .
Lê ka û pirsa mezin ev e , wê sibe piştî deh salên din çi bibe ku wilqende penaber û biyan û koçer û revyayî û mişext li Ewrupa îro ro dijîn, ji kêmê wan re kar û xwendin û mafê wergirtina kaxezên fermî ji aliyê hikumetê ve derdikeve, wê ber bi ku ve de êdî rewş here û wê li kîjan asteyê raweste? Ev e ya ku êdî dîrok û mêjûyê xwe bi xwe vedigerîne û radixe li ber çavan ku wê Ewrupî êdî ji niv re li welatên tirs û şer û perîşanî û nexweşiyên gemar û bê sînor, welatên nakokiyên siyasî û ol û ayinî û mirina aboriya bi rast bibin koledar lê di cilê xwe yê nû de, cilê ku îro ro ev penaberên reben li wan dikin .
Ev gotar di hejmara 22an ya Rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin 1/7/2015