Bi rastî min cejn jibîr kiribûn.
Nizanim balo ka zarok hîna êrîşî hewşan dikin û mîna berê gava bang dikirin, hîna jî dibêjin: „Siba we bi xêr, eyda we bimbarek be“?
Mîna min û gelekên dîtir, gava bi daykên xwe re diçûn ser mezel û berî her kesî silav li miriyan dikirin?
Balo niha eyd li Qamişlê çawa tête pîrozkirin? Hîn ew şekir, piskewît û qehwa tal e?
Cejn tê wê wateya gava ku ya filehan bû jî, me diçû û pîrozbahiya wan dikir. Ya êzdiyan, heman pîrozbahî.
Heger nifşêt nûke bi van yekan ne têr xeber be, dê ne bawer bim ku wê Bûyer Press piştguhiya vê yekê bike û ji wan re di rûpeleke xwe de nenivîse, bê ka berê çawa bû.
Ez pîrozbahiya gelêt xwe, heval û dostên xwe dikim.
Ez ji wan piştrast im û hîna bi wan ve girêdayî me.
Cejna we pîroz be
Brahîm Şêxo
16.07.2015 Almanya