Şivan Temo
Bi guhertina asta jiyanê gelek rengê muzîkê hatin guhertin, û gelek ritim ketin muzîkê mîna Rap , Pop, û Hiphop. Gelo Hiphop çi ye û cihê wê di muzîka kurdî de li ku ye?
Gave em navê Hiphop dibêjin navê hunermendê Kurd Şerîfê Omerî (layê Qamişlo) tê bîra me, û wek em zanin Şerîf Omerî gelek sitran li ser civakê mîna: Evîn, Kocberî Şoreş û Azadî, bi awayê Hiphopê çêkirine.
damezirandina Hiphop rengek muzîkê li Afrîqiya di sala 1931ê de hat damezrandin, di dema mijara azadiya xwe wek miletek reş di nav diktatoriya miletê sipî dixwest bi gotin û ritm şîrov dikirin, ew muzîk li gel wan mîna helbesta şoreşê bû ,û li ber wan sitranan hest û germbûna netewî dihat sazkirin. û bû mîna sirûdek netewî û ev reng belav bû ta geihişt ku serkêşê diktator vî rengê muzîkê qedexe bikin, loma miletê Afrîqî xwe li wî Hiphop girt û kir mîna nasnameya xwe di nav miletê cîhanê ta gihişt azadiya xwe.
Gelek mînak hene li ser rexnê Hiphop di nav miletê reş wek çawa serok Mandêla dîlan li ber Hiphop kir di dema bû serok de hene.
Hiphop li muzîka Kurdî bû mêvan, û ew mêvan bû xwediyê malê ….!!
Gelo ev mêvan ji ber şêrîn bû, loma bû xwediyê malê?
Yan Hiphop bû wek bivik li ser çand û hunera Kurdî?
Ev kesê ku li Hiphop bûn xwedî, çawa di civaka me de tên naskirin?
Bersiv, bi gelek xala tê gotin, û bi piranî di nav nifşê nû de tê erênî, û mîna formek nû ji muzîka kurdî dîtin, lê gelek ji hunermendan dîtin ev Hiphop gelek êş li çand û hûnera me kir, ji ber ne awaz û ne gotin tê de hene! û ev Hiphop çanda xelkin dîn e û bandora wê li ser nifşê nû mîna xerabkirina hişê mirov e. ev nerîn ji hev cuda bûn, û rêz ji herdû nerînan re heye.
Ev dide diyarkirin ku Hiphop mîna gelek rengê jiyanê bi hest û ramana hatiya girêdan, gelek riyê wê hene û çanda Kurdî bûye mîna gulîstan gelek rengê gula hene û her gulek bi bihneke taybet, lê tev de wêneya jiyanê dixemlînin.
Ev gotar di hejmara 22an ya Rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin 1/7/2015