Amedekirin: Behdîn Şakir
Çêleka Teyman
Dibêjin di sala 1958 de, teymanek ji eskerê tirk, li gûndê Kertiwênê yê Bakurê gundê Xalid Gilo, ji hêla Serxetê ve dimîne, çêlekek peyda kiribû, ew çêlek beradayî û ziyanoker bû, dikete werz û bexçê xelkê de, û ti kesî ne diwêrîbû pê re deng bike.
Rojekê çêleka Teyman, dikeve werzekî ji gundê Xalid Gilo, û ziyanek mezin digihîne werz, xwediyê werz dibêje ez nizanim çebikim ji vê çêlekê, çêleka Teymana, Reşîdê Dalînî dibêje, tê destûra min bide, ez ê wê çêlekê bînim mal, xwediyê werz ne diwêrî bû, û ditirsiya ku bela jê re werin, lê dawî got: “Reşîdo destûra te bi te re ye.”
Ew roj çû, roja din dîsa çêlek ket nav werz de, Reşîdo çû çêlek ji nav werz derxist, û çêlek anî mal. Û çêlek êdî nema xuya bû!? Yê Teyman lê pirsî û bihîst ku li gundê Xalid Gilo ye, rabû nehtorçiyê xwe şiyand da çêlekê bîne. Lê Reşîdo ne daye, rabû Teyman leşkerê xwe amade kirin û ji Reşîdo re şiyand û got: “Eger hûn çêlekê ne berdin em amede ne ku erîşê berdin ser gund”. Reşîdo ji yê nehtorçî re got:” Ez ê topan bavêjim we eger hûn êrîşê berdin ser gundê me.
Yê nehturçî vegeriya, û Reşîdo sopa tepika derxist ser banê xwe, û berê lûlê da leşkerên Tirkan yên li ber sînor, yê nehturçî giha li rex leşkeran, jê re gotin: “Ew çi ye wisa li ser wî banî xuya dike”?
Got:” Çêlek nedane min, û ew tiştê xuya dike, lûla topê ye, û berê wê daye me”. Yekser leşkerên Tirkan xwe avêtin erdê ji tirsa lûla topa Reşîdo. Nezîrê Betê, bihîst ku Reşîdo wilo kiriye, rabû çêlek berda berî ku şerek mezin di nav her dû dewletan de çêbibe! û ji wê rojê ve, êdî nema hiştin ku çêlek ziyanê bike. Xwediyê werz ji Reşîdo re got: “Bi xwedê, te îro bihna min berda, eger mirov li ber xwe nede wê xelk li wan siwar bibin”..
Tifing Ji Dest Xist
Dibêjin ku rojekê Reşîdo pezê xwe di beyarê ku Tirakan di nav xwe û Sûrî de bombe kiribû diçêrand. Pezê wî jî bi çêrandina geyayê ber sînor mijûl e, Reşîdo jî paldayî ye, û çavê wî li Pezê wî ye, serbazekî tirkan hat nêzîkî pez û berê tifinga xwe da Reşîdo, guleyek bi ser Rêşȋdo ve berda, bi avîtina vê guleyê re, pezê Reşîdo tirsya û li hev civiya. Reşîdo jî feqîro ji tirsa xwe berda cobareke avê, û her ku serê xwe hildida guleyek di ser Reşîdo re dihat avêtin.
Reşîdo di cihê xwe de dirûnişt, ê Tirik dikenî û hin û hin xwe nêzîkî Reşîdo dikir, dibêjin ku Reşîdo ji nîşkê ve rahişte kevirekî, û avête yê serbaz.! Kevir jî li destê yê serbazê tirk dikeve, û tifing ji destê wî napeke!? Hema Reşîdo nake didu û dirahêje tifingê û dixe pişta yê serbaz de, û berî wî dide gundê Xalid Gilo, wî dibe li cem Nezîrê Alîkê Betê, çaxa ku Nezîrê Betê vî dîmenî wisa dibîne ji Reşîdo re dibêje: “Kuro hawara te çikiriye, zû tifinga wî bidiyê û bila here, me barê Tirakn nîne”..!?
.