Li hola navenda Subartu li bajarê Qamişlo Belgefîlmek li ser jiyana hunermenê Aram Dîkar hat weşandin.
Fîlmê Aram Dîkran bi strana wî ya herî navdar “Ey Dilberê” destpê kir.
Di naveroka fîlmê Aram Dîkra de, bêtirî xwe li ser jiyana wî û kesayetiya wî ya Ermenî û zimanê wî yê stranbêjî û axeftinê yê bi kurdî bû, ew zimanê ku Aram Dîkran li ser wiha gotiye:” Ji vî zimanî hez dikim, û hemû stranên min bi zimanê kurdî ne”. Tevlî ku ew bi zimanê Ermenî û Erebî jî dizane.