Hewas Bişo
Piştî karekî giran, xebatek mezin û çûn û hatinên pirr, hemû serkirde, berpirsyarên civaka sivîl, rewşenbîr û nivîskar û wêjevan û kesên welatparêz yên Rojava li cihekî li hev civiyan û ez jî yek ji wan kesan bûm.
Bi rastî ew cih piçkî teng bû li gorî wê civîna mezin lê gellekî jî fireh bû li gorî xweşbûna wê rûniştinê. Dîmenek pirr xweşik bû, dilê min pirr pê re geş bû kesên bi temenê xwe mezin tê de hebûn.
Xortên ciwan û jin û keçên xweşik û hêja. Li paş maseyan, giş rûniştibûn. Çayê û qehwe li ber wan danîbûn. Bi nazikî û xweşikî vedixwarin, hinan ji wan çixare hêdî hêdî dikişandin, heçî nêzîkî hev devê xwe dixistin guhên hev, û dibû pistepista wan bi hev re dikeniyan.
Caran jî ji kêfa re destên xwe li destên hev dixistin bi rastî ez jî weke mirovekî Kurd bi kêf û dilgeş bûm.
Piştî demeke piçûk her tişt ji ser maseyan hat rahiştin û her serkirdeyek kaxezek û pênûsek li ber wî hat danîn, dest bi gotin û dîwanên xwe kirin. Gişan li ser yekîtiya gotin û helwesta Kurdî tekez kir. Ji ber ku mijara ku gelê Kurd tê re derbas dibe pirr giring û dijwar e.
Gotinên hemiyan wek hev bûn yan jî nêzîkî hev bûn û piştî her gotinekê dengê çepkan dighişte ezmanan. Di wan kêlîkan de hestin pirr germ û xweş dihatin min û kêfa min ji wan kesan re gelekî dihat. û piştî çend se’etan dawî hat li gotinan û di nav navbirekê de, Rojnamevan bi karê xwe rabûn, berpirsyarên me kincên xwe rast kirin û li kêleka alên Kurdî wêne kişandin, di pişt re bersivine bi kurtî dan rojnamevanan.
Û dûv re her kes vegeriya cihê xwe û dema herî xweş hat, dema şa nenavê li ser wê rêkeftinê ya ku bi cî anîn ( Rêkeftina Yekîtiya Kurdên Rojava )
Berpirsyarê herî mezin bi temenê xwe rahişt pênûsa xwe û destê xwe nêzîkî kaxezê kir, di wê kêlîka dîrokî de bi dehan wêne jê re hatin kişandin û giş rabûn ser xwe û xwe amade kirin ji çepkan re.
Di wê demê de, dilê min bû mîna çivîkekî û dixwest bifire derveyî sînga min.
Xweştirîn hest hate min û hêsirê min hatin xwarê lê belê ji nişkave dengekî pirr xurt kete guhê min ( qinêber, qinêber, pîvaz, pîvaz … )
Min cavê xwe vekir û serê xwe rakir û li dora xwe min nerî, li vî alî û li wî alî, kesek ji bilî xwe min nedît..! Mixabin ez bi tena xwe bûm.
Carek din hêsirê min hatin xwarê… Gellkî hatin xwarê… Gellkî hatin xwarê..