( Romana Nêj )
Zahid Mehmûd
Gava tu nas bikî bê çawa miletên din dijîn, gava tu nêzî jiyana wan, ȗ teybetmendiya wan a cuda bipelîne, wê wateya nivîsandin û xwena dinê bi çê be. bi raştî be, gelekî xweş be, bi, sûd be. Ji ber ku xweştirîn tişt ew in ê ku hîn çav li wan neketiye lewra dema em derê romanek, berhevokekê ji kesekî biyanî re vedikin, divabe em bi zimanê wî kesî zanibin yan jî berhem çapkirî be, wergerandî zimanê te be û li vir ez ê derbasî mijara xwe bibim.
“Nêj”, romanek bi ferensî hatiye afirandin, bi dest û hiş û romanên Maksans Fêrmîn- derfeta xwendina wê xwe avêt destê min. Ez di hundirê jiyana bûyerên romanê de pûnijîm.
Piştȋ ku wergirandina vê berhemê bi zimanê Kurdî bixwȋnim, ez bi hûrgulî, li nav bigerim, li ser westana ku di wergerandina romana “Nêj” de dîtiye, rabim bêjim ku sivik e, xweş e.
Nêj kevalek tijî lebat û can e, daner, pif kiriye, ta ku jiyan ji mirinê derçûye, li hawîrdorî “Yûko” firiya ye, hêvî geş kirine, şêna mirovan ta dawî te’zî kiriye, wêrekî di cegeran de çandiye. Bi rastî hay kû, berf, pirtika berfê, tevgera welat û milet kî ye? çawaya pêkve jiyanê ye, çawaya ramyariya wan e, şêweyên derbaskirina rojên wan e û destnîşankirina mebest û armancên wan e, yên ku ciyawaz û cuda ji şêweyên jiyana kesên me yên ku hîn di avakirina kesayetiya xwe de sererast nebûne, di hundirê tirs û gomanan de dijîn ta vȇ rojȇ.
Yûko Akîta xortek ciwan nûhatî, li başûrê Yabanê didome- Kiyoşo- bi bavê xwe re, di nîsana 1884an de hivde salan temam dike, bersiva pirsa bavê xwe dide dibêje, ez ê bibim helbestvan.
Hezkirina helbestên Hayko yên kurt daketibû dilê wî, hestê wî diguvaşt û di heman demê de hezkirina berfa sipî, newekî pêşiyên xwe yên ku dibû evser di şerê Yabanê de yan jî Koçek, ta ku gencê çeleng her roj berê xwe dida quntara çiyayê Elp, helbest di bin dara qeresiyȇ de dida razandin, jiyana wî bi temamî dibû yariya li ser berfa şemîtonkî, û navê wî di nav gel de belav dibû.
Bi vî hawî helbestvanê şahê Yabanê pê dibhîze û di gel qîzek xwedan şewq û şemal serdana wî dike, jê dixwaze ku xwe fêrî hunera rengan ȗ tenê rengȇ sipî bike, berê lawik dide bakurê Yabanê da ku helbestvanê gewre “Sûzûkî” bibîne, û tevlî hemî astengên wê pêrgî wî bibin. Berê xwe da bakur û berf, bager, serma û bahoz nas dikir, lê nizanîbû ku rêwîtiya wî, wȇ wȋ derbasî sosret û ezmûnên nedîtî bike.
Diweste û birçî dibe, xwe darêje derperîna latekî reşȗtarî hilma mirinê derbasî pozê wî dibe, diveciniqe dê ji hişê xwe here, dema hember xwe li rexê din meyze dikir, Peryek ji periyê xwenên xwe didît, lê mirî, heştbûyî, te’zî di nava qeşê de ye, lawik matmayî dimîne, şeva xwe di tirsê de derbas dike, ȗ xew nake, tenê dipirse ev cendek li vir çidike? çawa hewqas xweşik û nazik e, ev kȋ ye?
Di berê sibê de Yûko gora jinekê nîşan dike, xaçekî diçikîne û li Sûzûkî digere, hemî tişt, berf, di hemêza wî de vîneke bihêz heye, pêdayek û arezûyek bêhempa ew bi ber dergehê mala Sûzûkî de diajot, ta ku pêrgî navmaliyê wî dibe, Sûzûkî dibîne, hema kor û kal e, bawer nedikir ku ew ê wî fêrî hunera rengan bike.
Yûko, bi awayekȋ sosret hilkişiya avahiya jiyana helbestvan û hunermendan, dikarîbû sûd bigire, ezmûn û serpêhatiyê Sûzûkî bidest bixe û xwe wekî xwe birêve dibe, xwe lawikê helbestvan ava dike. Hingî ku ji bûyera ku bi rê ve dȋtibȗ matmayî mabû, ji bîra wî nediçu, radibe ji Sûzûkî re dibêje, rewş ȗ pesnê wê dide, ȗ keseran dikişîne, Sûzûkî jȋ bi van peyvan di cî de tê guvaştin.
Roja dȋ, Sûzûkî lê mikur tê û dibêje, ew jinik hevjîna min e, bidestê Yûko digire û dide pêşiya xwe ta ku digihe ser termê jinikê û xwe dirêj dike û dimire, Yûko vedigere malê, derbasî kargeha xwe dibe, derî qepat dike, çend rojan dernakeve, tenê qîza ku bi helbestvanê eywana şahê Yabanê re serdana wî kiribû li derî dixe û dikeve û di cî de dicemide, wêneya wȇ nîgar dike, meyze dike, û dibêje ev dayika min e..!
Ew keçik pirtika buharê bû, keça wê jinikê bû, Sûzûkî bavê wê bû. Gelek bûyer û çîrokên dȋ di naveroka romana “Nêj” de hene, ev tenê hindik ji wan e.