Behdîn Şakir
Gelek çîrok û hûrbînî di jiyana vî kesayetê taybet de hene, lê ez dê her car yekê ji we re bêjim ta tûrikê min vala be.
Reşîdê Dalînî Kî ye?
Reşîd bi êla xwe dihat naskirin, ji ber wisa jî jê re digotin Reşîdê Dalînî, û li gundê Xalidgilo yê nîzîkî bajarê Qamişlo dijî, û jiyana xwe di şivantî û gavantiyê de bihûrand.
Kî weke wî dikarîbû tifingê ji destê leşkerê tirk bixîne?!
Kî weke wî ji hestê xwe yê netewî êkrana tilviziyona xwe şikandîye; dema wêneya Sedamê dektator li ser derket, paşî qeyrana û komkujiya Helebçe?!
Kê weke wî ji nêçîra Kewa hez dikir, û dikarî têkeve qula Keftar û wî bikuje?!
Helbet Reşîd e; Reşîdê Dalînî, xwedanê bejna ziravî dirêj, Hemawî ya Hevêrka li serî pêçayî bû, qarîş û desmal her dem li pişta wî girêdayî bû.
Kewê Gozel (I)
Rojekê Reşîdo dewarên xwe ber bi pişta gundê Niemetiyê ve mexelandin, nêzîkî mala Bedranê Elîkê Xino. Û çû darî Kewê wan, dît bê çawa Kewek ji Kewan di rikina xwe de diçe û tê, û pir leptoyî ye.
Reşîd dilê wî çû li ser wî Kewî. (Bedrano; vî Kewî bide min, û li hember wî jî tu yê çi bixwazî ez ê bidme te.
Bedrano: Kewê min hêja ye, û şiyar e û destê min jê nabe.
Reşîdo: Ger tu bidî min, ez ê Çêleka xwe ya zer bidme te.
Bedrano dilê wî bi Kewê wî ve ye, û Reşîdo ne bi dilekî bi heft dilan dil ketiye Kewê çavbelek. herduyan li hev kirin û Kew û Çêlek bi hev guhertin.
Bedrano Çêlek a xwe anî malê, lê dît ku şûna Kewê wî xuya dike, û Kew nabîne! bû hisretek di dilê Bedrano de, ka kengê lê bibe sibeh, da here Kewê xwe vegerîne malê.
Reşîdo kewê xwe anî mal û basko kir, hingê bi eşq bû û kêfa wî dihat, wê şevê zû raza, û roja din li ser dengê derî rabû.
Li ber derî Bedrano bi hevsarê Çêleka zer girtiye, û radestî Reşîdo kir (Reşîdo ka Kewê min, şevê din ez ranezame, û Kewê min yê çavbelek ji ber çavê min neçûye, de weşte Çêleka te li te pîroz be).
Bedrano rahişte Kewê xwe yê çavbelek bi dilşadî, û Reşîdo rahişte hevsarê Çêleka zer bi xemgînî.
Paşê Bedrano dûr ket ji nûve Reşîdo ponijî li ser Kewê gozel, Reşîdo mesele di serê xwe de bir û anî, û neçar ma ku li bende dema nêçîra Kewan bimîne, loma bû kuleke giran li ser dilê Reşîdo.
Keftar (II)
Reşîdo û hevalekî xwe derketin nêçîrê, û xefkên xwe divedan. Rojekê tiştek dikeve xefka wan de, û xefkê bi xwe re dibe qula xwe.
Reşîdo û hevalê xwe tên, xefkê nabînin!! didin serşopê, ta dighêjne devê qûlekê, dibêjin ev qula keftar e, û gelekî kûre, (ka em dê çawa derxin).
Reşîdo dibêje ez ê bikevim qulê de!!
bi zikxişkê Reşîdo dikeve qula Keftar, û tifingê dibin zikê xwe de dikişîne, di qula tarî de Reşîdo çixata ku ji duhnê masî hatiye çêkirin – vêxist.
Xwe gîhande nêzîkî keftar, û lingê wî dît ku di xefkê de ye, û bû erera wî, hema berê tifinga xwe di bin zikê xwe de di dê yê, û guleyek berda, li devê wî xist, û ew kuşt. Qul dîse tarî bû, lê wî çixat vêxist û dest avête xefkê, û kişande derveyî qulikê. gurandin û goştê wî xwarin, ne mêrekî mêrxas be vî karê wisa nake, di çiya û deştan de jiyana xwe bûran dibe.