Dixwazim Bizanibim Çima Çima û Çima…!!?
Dema min berê xwe da vê mijarê tirsiyam û sawa gastîna seydayê Cegerxwîn ez girtim, lê min dilê xwe qayîm kir û dest bi vê mijarê kir tevlî ku dawî jî negiham yek encamê jî, lê min dît ku ez binvîsim. Dibe ku hin kes bixwînin û bersiva vê mijara tenik û hestiyar bidin.
Ehmed Bavê Alan
Bê guman. Ew kesê ku bîranînên xwe dinvîse, ew ne kesekî normale! Helbet zana û pêşketî ye, serok, nivîskar, ramiyar û zaniyar e. Di nav gelê kurd de jî ew bîranîn hin bi hin tên der. Çima bîranînên kesayetiyên navdar û xwedî biriyar, ne dihatin nivîsîn? Ji ber ku gelê kurd di gelek rewşên xerab de bûrî ye, hînbûna nivîs û xwendinê pirr lawaz bû, û ya rast ew e ku kurd hîn fêrî vê mijarê nebûbûn, û ne dihat bîra wan ku rojekê ji rojan ew bîranînên xwe binvîsin, helbet ji bo gelê kurd ji bîranînên wan kesayetiyan, sûdê bigrin, û nasbikin ew kîne, û çi li dora wan hebû, kî bi wan re bû û çi dem û serdem bû..!?
Li vir min berê xwe da bîranînên seydayê Cegerxwîn. Çima Cegerxwîn? Ew kesayetiyek herî naskirî û xwedî rol di rojavayê kurdistanê de, ne wek helbestvan, lê ew î dîrok û roman, çîrok û destan nivîsîn e , ew bixwe diket rêza ramiyaran de, û bi rastî jî seydayê Cegerxwîn qamek bilind bû. Helbet rola wî di rewşa siyasî de jî hebû, û Cegerxwîn dimîne ew yekem kes ku dikarî hişiyarbûna rewşa netwa kurdî li rojavayê kurdistanê belav bik e. Di her qonaxê de seyda xwedî rolek mezin bû û muhr û îmza xwe li rûpela dîroka wêjeya kurdistanî xist.
Gelek çîrok û çîvanok, bûyer û serpêhatî di (jîengariya min) Y aku Seudayê Cegerxwn li ser jiyan, liv, xebata xwe nivîsandiye Bûrîne, wek ku seyda bi nav kirî, , û gelek tişt çêbûne bi seydayê Cegerxwîn re, ne nivîsî ne? Diyare ku seydayê Cegerxwîn wek ku di bîranînên xwe de dibêje ne roj bi roj nivîsîne, ew jî helbet ji sedema ku seyda rewşa wî timî ne aram bû, girtin û bazdan û koçberî. Lê piştî ku seydayê Cegerxwîn berê xwe da welatê biyaniyê, û li Siwêdê rûnişt ew î dest bi bîranînên xwe kir, helbet ew î hin bûyer nivîsî bûn, lê li Siwêdê rewşa aramî hişt ku seyda dest bi nivîsên xwe bike. Seydayê Cegerxwîn di gelek qonaxan re bûrî ye, û bi gelek kesan an re dan û sitandin kiriye, em nikarin navê tevan bêjin. Dûbare dibêjim bûyer gelek bûrîne, û cihê ku mirov li ser bisekn e.
Helbet dema ku bîranînên seyda hatin çapkirin çi kesî ku bi kurdî dixwîne yan jî mijûl e, yekser ew î xwestiye bixwîne, û li nav rûpelê jiyana seyda bigere. Ez jî yek ji wan kesan nim ku bîranîn dest bi min ket, û min xwend, û jê têrnebûm. Lê dema ku ez pêrgî bûyrekê bûm ez ji hiş ketim û min nizanî ez çi dixwînim, û seydayê Cegerxwîn çi nivîsî ye? Min di dilê xwe de hişt, û ji kesî re negot, ew bûyera ku seyda nivîsiye ji sê çar rêzan pêk tê, lê min sed carî xwend, û kerba min neşikest! ez li çapa bi zimanê erebî geriyam û min ew jî anî, di wergêra erebî de jî ew mijar ew e, dîse ez bê deng mam, bê çare mam, tirsiyam, ji ber ku yekser hat bîra min ku ez bipirsim çima seyda wisa gotiye, û çima ev axivtin çêbûye, û naveroka wê ji min re bû mereq!?. Min ji gelek nivîskar rojnamevan lêkolîner û pisporan pirsî, çima wisa hatiye nivîsanid? ew çima çêbû ye? ya herî ku min lê pirsî çima seydayê Cegerxwîn di bîranînên xwe de nivîsî ye! Kesekî dilê min hînik nekir, va ez ji we xwendevanan re dinvîsim dibe ku hinek bi vê mijarê zanibin, hayê wan jê hebê, bi rastî ez dixwazim zanibim çima çima û çima…!!?
Di çapa kurdî de rûpela (267) an, Seydayê Cegerxwîn dibêje: Rojekî min ji Barzanî re got:
– “Ez benî, ew ayina te ko Qadî re hatibû girtin, gelek ciwan derketibû”.
– Wî di besiva min de got:
– “Ji xwe min di jîna xwe de tenê ew şaşî kiriye, ko min ayina xwe bi ew bêbextî re kişandiye“?.
– Seydayê Cegrxwîn di rûpela (268) an de berdewam dike û dibêje:
– Tevlî ko bi vê gotinê gelek dilnexwş bûm jî, lê min hew jê pirsî ka çi bêbextî li te kiriye.!?
(Li vir seydayê Cegerxwîn ez winda kirim) û mijar wisa hişt, divabû ku baş li ser vê mijarê bisekiniye, ji ber ku ew mijarek dîrokî ye, û cihê seknê ye, li ser gelek bûeyran seydayê Cegerxwîn baş nivîsî ye, nimûne seydayê Cegerxwîn li ser bazirganiya xwe û dikana xwe 3 rûpel nivîsîne, û her wiha gelek mijarên dî jî, li ser vê mijara ku gelek hestiyar e, watiya wê çi ye, nizanim.?
– Cegerxwîn berdwam dikê û dîsan dibêje:
– Min li ser Qadî Mihemed ristek ciwan çêkiriye. Heta niha jî ez wî mirovekî mezin û bi rûmet dibînim.
– Di çapa bi zimanê erebî de hatiye wergirandin ji hêla Ciwan Eyo, û DÎlan Şewqî. Lêveger: Mamoste Ridwan Isma’îl, gotinên seydayê Cegerxwîn wisa wergirandin e:
– في يوم قلت للبارزاني: إن صورتك مع القاضي محمد جميلة يا سيدي. رد َ علي: كانت تلك الصورة غلطتي الوحيدة في الحياة.
– Yê wergêr ew parçe bi kurdî jî nivîsî ye.
– (Ji xwe min di jîna xwe de tenê ew şaşî kiriye, ko min ayina xwe bi wî bêbextî re kişandiye)
– Dîsa wergera bi erebî wisa hatiye:
– يقول جكرخوين: على الرغم من تلك الكلمات التي لم ترق لي، إلا أنني لم اسأله لماذا و ماذا فعل
Bêbext. الـــــ
– و قد نظمت قصيدة رائعة بحق القاضي محمد، و لا يزال حتى الآن في نظري من عظماء الرجال.
Lê ez ê biseknim û ji xwendevanê vê mijarê re bipirsim, dîsan çima û çima û çima ev mijar hatiye nivîsîn, eger ku rast be, çi mebesta Cegerxwîn jê heye wisa kurt gotiye?
Û eger ne rast be jî dîse çi mebesta Cegerxwîn jê heye ku ev mijar nivîsî ye, û çi mebest heye ku di bîranînên wî de hatinina çap kirin??
Tevlî ku cihê Pêşwa Qazî Mihemed di dilê kurdistanê de ye, pakrewan û canfida, û serokê yekem komar, “Komara Mihabad”. Qazî Mihemed ne kesekî normale wisa bi bêsanî tê borîn di dîroka gelê kurd de, nexasim di çerxa pîstan de, Qazî Mihemed navê wî dimîne ne tenê di gastîna Çarçira yê de, lê dimîne li ser her bostekî ji axa Kurdistanê. Pêşewa Qazî jibîr nabe.
Barzaniyê nemir dimîne bavê netwa kurdî di çerxê bîstan de, kar û xebat, bizava Barzanî nayê jibîr kirin. Rola Barzanî di gastînên şeran de hişt ku kurd hebin û kurd berxwedanê bikin, û ji mafê xwe yê rewa neyên xwar, Barzanî kurd fêrî tekuşerê kirin, fêrî lêbûrînê kirin, Barzanî ew kese ku yekser mirov bejna xwe ji kar û xebata wî re ditewîn e. Barzaniyet Aştiye, wekhevî ye, biratiî ye.
Seydayê Cegerxwîn jî wek ku me di destpêkê de nivîsî, yek ji wan kesên ku mizgînî bû ji bo kurdan di çerxê bîstan de, mebesta min ji gengeşeya vê mijarê ku ya rast zanibim û şaş neyê fam kirin. Gelek tişt hene dive ku kurd li ser bisekinin, û lê bipirsin, nexasim dîrok, û belgeyên ne eşkera, nifşek nû tê afrandin nexasim di qonaxa van çar salên ku şoreş Li Rojavayê Kurdistanê vêketiye, ew nifşê ku xwe fêrî xwendin û nivîsandina dîrok, wêje, zimanê xwe kiriye, pêwîste ku tiştek ji newê veşartin, her tişt zelal bibe? Di dawî de carek din dibêjim:Dixwazim Bizanibim Çima Çima û Çima…!!?