Dr.Şivan Reşik
dibe ku ne cara yekem e ev mijar vedibe, dibe jî ku gelek bi çavekî biçûk li vê babetê binêrin, dema ku navnîşana wê dixwînin. lê dîsan, tevî hemû van çavşkînan, me xwest bi dilgermî, destê xwe di vê ava şêlû de werdin.
hûn tev dizanin ku kurdiya Latînî ya ku Mîr Celadet Bedirxan ew amade kiriye, temenê wê ne zêdeyî sed salî ye, û heger em li berhemên kurdî yên Latînî bigerin em dê bibînin ku piraniya van berheman dikevin biwarine gelekî biçûk ji meydana bikarhênana ziman, ango dikevin çarçoveya rist ,çîrok , kovar, û hinek roman,helbet pirtûkên di warê siyasî ,civakî , pizîşkî, zanistî ..ûh.d cihê xwe tê de nagirin, loma kurdiya nivîskî neketiye ezmûneyeke nivîskî rasteqîn, ji lewre jimara bêje û zaravayên kurdî yên hatine danhev û darijtin li gorî hemû zimanên fermî li cihanê pir kêm in.
di rewşeke wisa de, helbet xwênerê kurdî astengiyeke mezin nabîne gava gotareke kurdî kin, yan helbestekê bixwîne, loma dikare bi asanî, wek mînak, bibêje wateya bêjeya: “ker”)أطرشأوحمار) e.di hevokê de dixuye, Û mixabin,kengî ev mijar vebûye, bi vê bersiva kor tê qutkirin.
dixwazim ji wan ên vê gotinê dipejirînin bipirsim:Çi bersiva we ye, ji wan ên ku axaftina wan bi kurdî qels e, yan biyaniyên ku dixwazin kurdî fêr bibin, heger bixwazin gotareke kurdî bixwînin, yan li wateya bêjeyekê di ferhengekê de bigerin, gava di ferhengê de (kar:العمل) û li jêr wê (kar:الجدي) bibînin, çawa dê bizanin kîjan “K” ya wê sert e, kîjan nerm e, kanî ew zimanzanê kurdî ku li ser serê wî bisekine,û jê re bibêje ev wisa û ew wisa ye.
heger em zanistiyane li vê aloziyê mijûl bibin, em dê yekser bizanin, û bi pîvan bi zimanên pêşketî re. ku nabe du bêjeyên cuda wate, cuda deng wek hev bên nivîsîn. di Înglîzî de, wek nimûne, gelek peyv hene yek deng, lê cuda wate ne,lê dîsa nivîsîna wan jihev cuda ye wek mȋnak :(Right- Write. Meet – Meat).
di kurdî de çar dengên cêwî hene, ta niha her cêwîyek jê bi yek tîpî tê nîşankirin. ew jî ev in(P. R. T. Ç) her yek du dengan – yek sert û yek nerm- dinimîne.
dema em li peyvên ku dibin sedema tevliheviya xwendin û têgihiştinê bigerin,em dê gelekan bibînin, wek: Pir. Ker. Ka. Ta. Tu. Çira. Par. hûn tev dizanin ku her yek ji van peyvên navborî bixwe du peyvên cuda xwendin û wate ne: (Pir-(جسر.كثير:(Ker: )(حمار.أطرشka)(هات.تبن,tuأنت, أداة نفي:)( Çira:. (لماذا, ضوء )
heger me pêşinyar kir ku li tîpên dengsert vê şextikê(‘) zêde bikin û careke din binivîsin, wisa dê bi me re derkeve:
pir:جسر,ker’:أطرش,ka:تبن,ta:خيط,tu: أنت,çira:ضوء,par:السنة الفائتة
pir’:كثير,k’er:حمار,k’a:هات,t’a:حمى,t’u: أداة نفي,ç’ira:لماذا,p’ar:جزء
Hûn dibînin niha çawa ev peyv bi asanî ji aliyê dilv û bilêvkirinê ve jihev hatine veqetandin, çawa bi asanî rê liber tevliheviyê hat birrîn.
helbet ev pêşinyara me ne bê astengî ye, ji ber ku deriyekî nȗ li me vedibe ku li hemû bêjeyên ziman ên yek ji van çar tîpan dikeve nivîsîna wan vegerin û bi dilvekî (şiklekî) din binivîsin. Rast e, lê jixwe karên mezin westanên mezin divên. û her ne pêwîst e, şextik li hemû tîpên dengsert bikeve,hew dabînkirin û cudakirina peyvên tevlihevker dibe ku bes be.
dîsa jî em dê bibêjin ku ev pêşinyara me hemû girêk û aloziyên rênûsa kurdî çare nake, lê dimîne gavek li ser rêya rast, belkî niha bala gelek kesan nakişîne, lê ez tekez im, ev kêşe dê bibe mijareke sereke navbera rewşenbîr û nivîskarên me, heger bextê zimanê Kurdî hebe ku bimîne zindî û nemire!!.