Hin caran ji hevalekî/ê pirs dikim, te Helbest an nivîsa min nexwend?
Dibêje xwezî te bi Erebî binivîsanda, ez ji Kurdî nagihêm…!!!
Hêjano!
Kesên ko bi Kurdî dinivîsînin, li ser Tiliyan têne hejmartin û hîn jî hin kes ji bo ji me bigihên dixwazim em bi Erebî binivîsînin…
Ez jî berê xwe didim hemû Kurdan û dibêjim: Xwe û zarokên xwe bi Kurdî hîn bikin…
Hezkirina Ziman di dilê Zarokên xwe de biçînin…
Ev Kesên ko dixwazin em bi Erebî, Tirkî û Farisî binivîsînin, eger Rojê Demjimarekê xwe bi Zimanê Kurdî re biwestînin… Tekez dê biserkevin û ji hemû Zimanan bêtir hîn bibin…
Zimanê Kudî bixwînin û bidin xwendin…
16.06.2014
Ezîz Xemcivîn