Huner zarekî ku mirov ji bo wergerandina derbirînên nava xwe bi kar aniye, huner ne derbirîna ji bo pêdiviyên jiyanê ye, ji ber vê ciwanên Rojava li kampa Domizê grûpek damezrandin, nav lê kirin (grûpa Rojava ya şêwekariyê) ji bo guhdana hunermendên ciwan li kampê û pêşxistina wan.
Birêz Şêrwan damezrênerê grûpê li Domizê û çavdêrê wê yê rêvebir dibêje: (Grûpa Rojava li pir çalakiyên li bajarê Dihok, Zaxo û Sêmêlê beşdar bû, guhdanek mezin ji hêla hin rêxistinan dît, ji wan çalakiyan vekirina korsine şêwekariyê, wan korsan dema sê mehan dirêj kirin, tabloyên şagirtekê ji korsê guhdanek taybet ji hêla grûpê dît, ew tabloyên wê şagirtê li çalakiyeke grûpê li herêma Sêmêlê beşdar bûn).
Ji aliyekî din ve yek ji endamên grûpa Rojava Narîn Ebdilhemîd Hisên got ku wê li kolêja hunerên çeleng (finûn cemîlê) xwendiye, lê wê tu çalakî li hundirê Sûriyê nekirine lê piştî penaberiyê li herêma Kurdistanê tevlî grûpa Rojava bû, beşdariya wê ya yekemîn di roja cîhanî ya penaberan de bû.
Endamê grûpê Semîr Elî jî -li gor ji me re got- ji damezrandinê de tevlî grûpê bûye û dixwest bi tabloyên xwe êşên xwe û gelê xwe li kampên penaberiyê derbirîne.
Hêjayî gotinê ye ku grûpa Rojava ya ji 10 endaman, heta niha navendeke taybet jê re tune ye ji bo çalakiyan û şêwekargeheke endaman bigihîne hev.
Huner ew afirandina ku diyariya xweda ji her hunermendekî re ye, asteyên wê afirandinê li ba hunermendan ne wek hev in, ew kesê guh bide vê diyariyê wê kêfxweş be.
Rapor: Bihar Hisên – Kampa Domiz.