“Vê sibehê Seadetê xwe bi kurdî girêda û bi ken û coş berê xwe da sindoqan.
Ji kenê wê diyar e bê xwedan hêviyeke çawa ye.
Lê hêviya wê û hêviya ji sindoqan yek in, nizanim.
Jixwe hêviya min xurt e heta Seadetê li ser vê int û eqsa xwe be.
Kenê wê…
Zimanê wê…
Girêdana wê ya netewî…
Û helwesta wê ya pêbawer û ji dil…
Min got, “Seadetê, malûm e, êdî tu ne Seadeta berê yî, emir derbas bûye û çav jî wek berê hew dibînin ez bawer im. Te bi şaşî li bin navê Dewlet Bahçelî nexistibe?”
Keniya…
Got, “Dema mesele dibe kurdî û Kurdistan, çavên temirî ronî dibin…”
Min got, “Xanimê, ev hilbijartin hilbijartina serokatî û parlamenteriya Tirkiyeyê ye, te kurdî û Kurdistan ji ku derxist?”
Dîsa keniya, lê vê carê bi kenê xwe ez paşpaşîko li kerê kirim.
Got, “Mesele, bext û ûjdan e, Devlikeno. Her kî bi esl û zimanê xwe re bêbext û bêûjdan be, hêviya min ji Xweda ew e, li ser koka wan zuriyet ê şîn û şên nebe!”
Û ber bi malê ve me xwe avêt ser teqleyan.
Di rê de li kê rast hat, ji wan re got, “Bextê xwe navêjin û destê xwe deynin ser ûjdanê xwe.”
Lê ji girse û qelebalixî û coşa însên diyar bû, milet ji vê desthilatdariyê zêde zêde aciz bûye.
Lê çi ferqa desthilatdariya bê yê ji desthilatdariya nuha hebe, nizanim.
Tenê rastiyek heye û ew jî têra xwe tahl e:
Li bajarên kurdan, dayik û kurdî ji hevdu dûr dikevin di bin çavdêriya bavan de.
Û bav, hay ji bayê felekê tune, hêdî hêdî entegreyî sîstema asîmlasyonîst dibin; piçekî lunpen, piçekî arabesk, piçekî bêxem…”
Ji Rûpela: Faruk Devliken Denlı