Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê- Sûriya, yê ku berî demekê bi riya qaçaxî, dûrî çavên asayîşan ji aliyê rojava ve gihabû Qamişlo, ji malpera me (Bûyerpress) re da xuyakirin: ʺPiştî meşa sê demjimêran di nav çol û keviran de, ez û sê hevalên xwe yên (PDK-S) gihane bajarê xwe Qamişlo. Ez niha di nav xelk û hevalên xwe de me, hestên min gelekî xweş in û nayên pesindan, min gelekî bêriya Qamişlo kiribû û jiyan li min teng dibû dûrî bajarê minʺ.
Di derbarê ne amedebûna wî di ahengên bîranîna salane ya damezirandina partiya yekemîn de , got:
ʺEz li cihekî dûr bûm û derfet nebû ji bo ez di ahengan de amade bibin, ez ê karê xwe bi awayekî normal berdewam bikin ji ber ez li welatê xwe me, ez ê ji niha û pê de li kolanê bim, ez ê karê xwe li bîroyên partiyê yên fermî bikim, kî min bigrê bila min bigrêʺ.
Hêjayî gotinê ye ku birêz Siûd Mela li konê behiya şehîdên teqîna Tirbêsipiyê hate dîtin û di heman demê de şandeya Rêveberiya Xwesrî hatibû serdana kon.