Dayika Nufa Îsmaîl ku li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê rûdinişt, ev demek bû nexweş bû û bi gopal dimeşiya, çavên xwe li jiyanê girt. Cenazeyê dayika Nufa rakirin Mizgefta Şefîq a li taxa Hilêliyê.
Daika Nufa Kȋ Ye”
Nufa Îsmaîl jî wekî gelek dayik û malbatên kurd, ji ber êrîş û pêkutiyên rejîmê gelek êş û azar kişandiye. Her wiha gelek caran jî koçber bûye. Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê û belavbûna wê ya li Rojava re, ji bo dayika Nufa jî deriyê cîhanek nû vedibe. Di sala 1980’an de Abdullah Ocalan nas dike, girêdan û hezkirina wê ya ji bo jiyanaazad her ku diçe zêde dibe û di vê oxirê de jî 4 zarokên xwe daye. Dayika Nufa di demên dawî de ji ber temenê borî pirsgirikên tenduristiyê dijiya û bi gopal dimeşiya.













































