Dildarê Aştî
Bi çi gulê
Pîroz bikim cejna te
Bi çi dilî,
Himbêz bikim bejna te
Îro xanim
Tu bûka newrozê ye
Li dor te kêferat e
Şîhîniya dozê ye…
* * *
Birîna min bişkiviye
xewnên te jê dane der
Îro xanim seranser
Xêlî bi halan û qîrîn,
Tiştê ji hawîr difirin,
Ne çivîk in,
Pîj in..
gule û tîr in.
* * *
Evîndar bûm ji mêj ve
Ji dema ku xunceyan
Sirûda baranê xwendin
Ji dema ku şebnemê
Rondika min
Li ser dêma te jibîr kir
Û hîna tu piçûk bû…
Hîna nû peyv
Li dor te dibişkivîn
nû hengeyên pelendar
Li kulîlkên arezûyê dihingivîn..
Min dixwest
Li nav darên şenge biyan
ez li şêjna te rûnim
Raserî kanya miradan
Birînên xwe vepûnim
Ji bêhna pûng û rîhanê
Helbestekê bi hûnim…
Lê min di got:
Belkî tenê areziwe….
Hîna ziwe…!
Hîna raman têz nebûne
Tilî bihêz nebûne…
Û wisa di gelcê de
Min bêdengî dibijart
Di nav diruşmên kedî de
Mebseta xwe vedişart
Heta ku qêrîna te hilçenandim
Li zaxor û navbiran digerandim
Gund û bajarokên min
Li serxet û binxetan raprandin
Bend û sînor dibûrandin
Bi halanî
Navê te dihecandin
Qamişlo te çi dîtî…..?!