Balafirên şer ên Emerîka û hevpeymaniya navdewletî 5 operasyon li herêma Kobanî û operasyonek li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê pêk anîn.
Piştî rizgarkirina bajarê Kobanî ji destê DAIŞê, hêzên kurdî li wê herêmê dest bi rizgarkirina gundan kirin û heta niha piraniya wan gundan xistine destê xwe, lê dîsa jî şer li wir berdewam dike û balafirên hevpeymaniyê alîkariya hêzên kurdî dikin.
Artêşa Emerîkayê di daxuyaniyekê de ‘ragihand: “Di nava 24 seatên borî de, balafirên me 15 operasyonên asmanî li dijî navend û çeperên DAIŞê li Iraq û Sûriyê pêk anîne.”
Li gorî wê daxuyaniyê, 6 ji wan êrişan li rojavayê Kurdistanê bûn, 5 li herêma Kobanî bûn, 1 li nêzîkî bajarê Hesekê bû.
Artêşa Emerîkayê axaftina xwe berdewam kir: “Herwiha balafirên hevpeymaniyê 9 operasyonên asmanî li Iraqê pêk anîn û di hemû êrişan de ziyanên mezin gihandin DAIŞê.”
Rûdaw