Wêneyê xanimek Kurd li ser diravên 25 hezarî yên Iraqê ye, ew jî nîşana berxwedan û çalakiya jinên Kurd e di jiyanê de.
Banka Navendî ya Iraqê çapa nû ya diravên iraqî xiste bazarê, li ser pereyên 25 hezarî jî wêneyê xanimê hatiye danîn, ew jî xanimek Kurd e û ji qezaya Zaxo ya ser bi bajarê Dihokê ye.
Di wê wêneyê de, xanima Kurd derdikeve ku kûzkûpekî avê li ser milê wê ye, ew wêne jî ji arşîvên kevin ên Zaxo ye.
Dîroka wî wêneyî bo 5ê Mijdara sala 1927an vedigere, ew wêne li bin pirekê hatiye kişandin, ku niha mizgefta Hecî Ibrahîm lê hatiye avakirin, di nav xelkê de jî ew dever bi navê Hisênîkê navdare.