Şivan Temo
Gîtar amûreke mozîkê ya têldar e. Bi gelemberî koda wê ji herdû rexan ve pehne û bi 6 têla deng jê der tê ji sê cûreyên daran tê çêkirin “dara gûla Cûrî” ji bo bedena gîtarê û “darê Zan” ji bo zendê wê û “dara Tiwê” ji bo pişt û kêleka kodê. Dengê têla ji jêr ta jor (mî,sî,sol,rê,la û mî) Têlê gîtarê ji naylon yan ji hesin tên çêkirin û li ser zend û 12 perdê sereke pêk tê.
Tê nasîn bi gelek rengê mozîkê wek filamîngo, jazz, blûz. Gîtar ne ji kultûra kurdî ye, lê di strana kurdî de baş ev amûr hat bikar anîn, bi taybet di mozîka nûjen de mîna stranên Ciwan Haco, Kerem Gerdenzerî. Gîtar xwedî dengekî bihest e, loma bûye hevalê helbestvanan dema ku ew helbestan dixwînin, û pê re jî guhdar ji stranên ku bi gîtarê tên gotin hez dikin. Forma gîtarê ya delal wê kir dostê gelek wênekêşan, di qonaxa 30î salî ve û her zarokan dirahiştin gîtarê û wêneyên xwe pê re dikşandin, ew jî sedem bûn ku gelek xort bûne evîndarê gîtarê çaxa ku her kes evîndarê tembûrê bû.
Amûreya Gîtarê Ispaniyan çêkirine.
Ispaniyan amûreya gîtarê afrandine, lê dîrok li ser wê nesekinî ye û xepartin û lêkolîn li ser çênebûne û nehatiye şopandin, hinek jêder dibêjin di heyamê “Sequr Qureyîş “de mozîkjenê navdar Zeryab çû Endelusê û amûreya xwe “Ûd” bixwe re birbû, li wir ew î ûda xwe nûkir kin kir zêde kir pehin kir dibêjin wisa li wir ew staylê Gîtarê derketiye, û heta niha gelê Ispanî wê bikar tîn in, mîna tembûrê li nav gelê kurd. Gelek girûpên navdar li isbaniya yê bi sazkirina Gîtarê hatine nas kirin wek: (Cipsy Kîngs) Ew malbat di hemû stranên xwe de gîtarê bi kar tînin bi şêweya”Filamîngo”.
Meqamên mozîkê li ser gîtarê yên sereke:
Ecem, Nehawend, Kurd û Hicaz. Ew bixwe tê nasîn bi du meqaman (Major û Mînor), li nebûna nîv bîmol ji gîtarê ew hat dûrxistin ji gelek meqamên pêwîst di strana Kurdî de mîna (Seba, Rast, û Beyat).
Gîtar bixwe amûreyek harmonî ye, di piraniya stranan cihê xwe digre, û gelek caran jî wek Tembûr û bizq, Keman, û ûdê solo bi kar tîne.
Taybetmendiya Gîtarê di dengê akorda wê de ye, akord dengê têla bihev re ye, guhartina akordan bi guhartina awazên strana ye, hêz û hestan didin awazan. Gîtar bêtirî xwe ciwan wê bikar tînin, lê mixabinew bişaşî tê bikar anîn, nexasim ku ew nêzî strana gelerî ya Kurdî dibe, ew şaşiya ku gîtarê bikar tîn in wan stranan sar û xav dikin jiber ku ritm û meqaman diguherin.
Lê de heman demê de gelek hunremendên pispor stranên gelerî ên kurdî bi gîtarê xweş kirine, û giyanek nih dan wan stranan.
Mozîka Kurdbi niwê xwe û kevnê xwe zengîn e, lewma derfet ji vê ritma gîtarê re vebû ku nûjeniyê têxe mozîka kurdî de, wek: Rap, jazz, û Hîphop”.
Raste sîsika mozîka kurdî tembûre, lê cihê gîtarê jî di mozîka kurdî de heye, baş e ku nifişê me yên nû ku xwe fêrî vê amûreyê bikin ji bo her çaxa ew di nav tîma mozîka Kurdî de amade be.