Belevkirin û şîrovekirin: Salihê Heydo
Ev sirûd ji bo zarkon tê gotin û bi naveroka xwe têr û tije ye, ji aliyê avakirina xwe jî pir şayik û lihevhatî ye û ji aliyê kêş, rêzbend, movik, kît, û awaza xwe ve jî pir li pêş e.
Çawa tê zaninê zarok pir ji vê sirûdê hez dikin û kêfa wan pir pê re tê, lewra naveroka wê li ser dîkekî ye ku ew dîk pir sipehî û bedew û xurt û gernaze ye. Çêl û pesnê vî dîkî bi her awayî tê dane, geh bi mêranî û xurtbûnê, geh bi bedwebûnê û çelengîyê, geh jî bi jêhatîbûn û xweparestinê, û ji aliyekî ditir ve bi xwedênasî û ayînê ve tê girêdan, û ya balkêş gundî û cotkaran gurîxî kar û xebatê dike, lewra dîk pir di folkorê Kurdan de cihê herî pîroz û layiq destine, loma em dibînin li devera Mawet Başûrê Kurdistanê parêzgeha Silêmanîyê şêniyên wê deverê goştê dîkan naxun, dibêjin ku heram û guneh e, çimkî dîk di efsaneyên wan de ew ji kuştin û qîrkirinê parastine di demên dûr û dêrîn de, dema ku êrîşek di nîvê şevê de hatîye ser wan û dîk bang daye ew ji xew rakirine û rabûne berevanî ya xwe kirine heyanî ku dijminê xwe şikenandine û ew ji ser xwe vegerandine, ji milkî dîtir ve jî tê gotin ku dîk qasîdê Xwedê ye û cihekî wî di nav civaka xwedênasan de heye lewra sirûda jêrîn bi vî awayî tê gotin
SIRÛD
Dîkê mi dîkê şeng e
Bedew û perrî reng e
Bi kumbir û kumçik e
Kumsor e kum nenik e )1)
Zilf û gerden bi mor e
Li meydanê nehtor e
Serê kumik terraş e
Azan dide ser kaş e
Timî qexbû dixwaze
Bi (2) koçek û li paz e (3(
Mirîşka l’ xwe d’ civîne
Tevdîra wan dibîne
Nahêlê yek bê dorê
radhêje darê zorê
bi dîkan re şer dike
wan ji koxê der dike
êrîş dike b’ kerb û kîn
laşê wana dikî xwîn
dîkê mi şergele ye
li ser bana mele ye
melakî xaliqnas e
pir şît û terrî das e
derpî tîne kabokê
diçe dora cihokê
liblibokan dibîne
bi niklê xwe hiltîne
didî qîr û azana
hişyar dike cîrana
dibê rabin xebatê
bikin ked û lebatê
zû bibînin tevdira
halet bibin ser tîra
dîkê mi tim şiyar e
bi nehp û erdxepare
tim li kuç û taxa ye
lewra Dîkil axa ye
________________________________________________________
Nenik: Tîşkên ser kumikê
Koçek: Neynoka di paş ling de
Lepaz: Tilî û nehperûşkên ling