Dilazad A.R.T
Zanist ji nav Kurdan jî derketîye lê ne bi zimanê Kurdî û ne li ser navê Kurdan.
” Şaristaniya Yewnan, şaristaniyeke Kurdên ku koçî Yewnanê kirine ava kirine. … Çavkanîya şaristaniya Yewnan Kurd in”.
Destpêk
Mirovahî li gor pedivîyên xwe li ser şopa zanînê meşîye. Mirov ji bo ku razê gerdûnê keşf bike û ji bo ku jiyaneke hesan bije her dem bi rêyên zanistî li çareserîyeke gerîya ye. Di vê lêgerînê de ji mirova re tişta herî alîkar bêguman zanist bi xwe bû. Lê bel dibe pêşî zanist werêe naskirin. Bi gotineke dîn dibe zanînên ku li ser rûyê erde hene werin sinifandin. Bêguman zanist jiyaneke hesan pêşkeşî mirovahîye kiriye. Gelo ji we zanîn û zanista ku dinyaya îro ya nûjen pêşketiye de Kurd li ku derê ne? An Kurd di nav zanistê de cihekî çawa digrin? Gelo Kurd li zanistê xwedî derketine? Di vê nivîsê de em ê bikevin pêy şopa zanist û zanista Kurdî.
Zanist
Zanist ji koka zanînê tê. An ku bingeha zanistê zanîne. Zanîn, agahdarîbûna her tiştî ye. Heçî zanist e bi taybet zanîna ku hatiye tecrûbekirin e. Bi gotineke dî bi awayekî ku ji hêla kesên pîspor ve li gor hin kanuna ve diyarkirina agahiya ne. Zanist kêmasî û pêdivîyên mirovan bicîh tînê. Ku îro dema em dibêjin zanist, tiştên nojdarî, fizîkê, kîmyayê, û teknolojiye tê bîra mirov.
Dabeşkirina Zanînê / Zanistê
Ji demen kevin ve heta îro gelek zanayan û rewşenbîran zanist dabeş kirine. Her kesekî li gor zanîn û ramanên xwe zanist ji hev cûda kirine an ku kategorize kirine. Bi gelemperî zanist wek du beşên sereke tê beşkirin.
1- Zanîstên Civakî: Ol , edebiyat, dîrok, erdnîgarî, felsefe, …
2- Zanistên Pozitîf: Fizik, biyoloji, n, kîmya, elektronîk, …
Di vir de mijara me zanistên pozitîfîn. Dema me zanist nivîsî armanca me zanistên pozitîf in.
Zanist û Kurd
Wek rastîyeke jiyanê ye ku zanist li deverên ku mirov azad be tê avakirin. Li deverên ku ramanên mirovan ne azad be pêşketinên zanistî ne mimkûn e ku çêbibin. Naxwe em dikarin pêşketinên zanistî bi desthilatdarîye ve girebidin. Wek mînak dema îro em li welatên ku ji hêla zanistê ve pêşketî ne dinerin bêguman ji hêla azadiyê ve jî pêşketî ne. Naxwe ev rewş di her demê mirovahiyê de rastîyeke jiyanê ye.
Ji roja ku dîroka mirovahiye hatine nivîsandin heta roja me Kurd bi awayekî rêk û pêk nebûne desthilatdar . Evna jî encama nebûna zanistan dibe. Desthilatdarî hêzeke mezin dide pêşketinên zanistî. Lê bele, gelo zanist ji nav Kurdan derneketîye? Wek bersiv em dikarin bi dilekî rihet bibejin ku zanist ji nav Kurdan jî derketîye lê ne bi zimanê Kurdî û ne li ser navê Kurdan. Wek tê zanîn ku bi sedan zaneyên Kurd hene û bi hezaran berhem û lêkolîn derxistine meydanê. Lê mixabin bi bandora desthilatdarîyê tev berhem bi zimanê desthilatdar in. Ku li gor demê xwe an Erebî an Farisî bûn. Di vir de ev pirs derdikeve hemberê me. Gelo kesê ku tiştekî zanistî pêşkeş kiribe, Kurdbûna wi bes e? Mesele zimanê berhemê ne girîng e gelo? An her kesê ku li ser axa Kurdistanê hatiye dinyê dibe Kurd be? Ev pirs yek dikare zêde bike. Lê belê em vegerin mijara xwe.
Diroka zanista Kurdî em dikarin wek sê serdema bibeşbikin:
1- Serdema Antîk: Ev serdem ji roja ku şaristanî ava bûne heta ku Kurd ketine bin fermandariya Îslamê berdewam kiriye. Ji vê serdeme bi taybetî zanistên dibin siya efsaneyan de hene ku bidevkî an ji lêkolînên nivîskî hatine berhevkirin. Di vir de gotina herî ku ji bo Kurda xweş tê bêguman ya Elî Şerîatî ye. Elî Şerîatî di pirtûka xwe ya bi navê Dîroka Îslam û Zanist û Şaristaniyê de ” Şaristaniya Yewnan, şaristaniyeke Kurdên ku koçî Yewnanê kirine ava kirine. … Çavkanîya şaristaniya Yewnan Kurd in”.
2- Serdema Klasîk: Ji destpêka fermandariya Îslamê destpê dike heta sedsala 18an didome. Di vê serdemê de bi saya medreseyan xwendin û nivîsandin di nav Kurdan de belav bû. Di vê serdemê de bi teşwîkkirina dînê Îslamê zanayên medresa li ser mijarên zanistî rawestiyane. Ev rewş encama pêşketina zanistê dide. Lê mixabin xebatên zanistî ku mabesta me zanistên pozitif in gelekî kem in. Tenê xebatên El-Cizîrî hene.
3- Serdema Modern: Ji sedsala 18an destpê dike heta roja me didome. Mixabin di vê serdemê de jî ti xebatên li ber çav nîn in. Di vir de sedema herî girîng tinebûna desthilatdariyeke Kurdan e. Kurd, di sedsala 20an û serê sedsala 21an de bi taybetî ji karê siyasetê daketin.
El-Cizîrî
Navê wî yê rast Bedûzzaman Ebûl-îz Îsmaîl kurê Rezzaz e. Navê bavê wî Rezzaz e. Nasnavê vî El – Cizîrî ye. Li Rojava bi navê Cazarî an Gazarî tê naskirin. Di navbera salên 1152 û 1233yan de jiyaye. Li medreseyên Kurdistanê perwerdehiya xwe qedandiye û li heman dem li van medreseyan ders daye. Ku ev medrese medreseyên Cizîrê û Diyarbekirê ne. Îro di nav zanistên dinyaye de wek bavê sîbernetîke tê qebûlkirin. Wek dî neqqaşekî zîrek, endezyarekî pêşketî, fizîkvanekî jêhatî, û hostayê maşînaye. Navê pirtûka wî ya bi nav û deng El Camî û Beynel Îlmî Wel Amel, En Nafî û Fîs-senaetîl Hîyel e. Bi kurtasî wek el-Hîyel tê naskirin. 16 kopyayê ve berhemê li mûzêyên cûda yên dinye de tê parastin. 5 ji wan kopyaya li mûzêyên Tirkî ne. El-Cizîrî heta sala 1174an li Cizîrê dimîne. Ji ber sedemên siyasî derbasî Diyarbekirê dibe. Li vir li qesra Artûkîyan de ew berhema xweyî hêja dinivîsêne. Dawiya temenê xwe vedigere Cizîrê û li vir dimire. Îro gora wî li bajarê Cizîrê ye.
Bele piştî van agahiyan em werin ser ciherengîya el-Cizîrî. El-Cizîrî bi xebatên xwe wek serkêşe şaristaniya îro tê qebûlkirin. Ku şaristanî bi sîbernetîkê pêş de çûye. Îro di her tiştê elektronîk û otomatik de bandora el-Cizîrî heye. Dinya alem li ser xebatên el-Cizîrî lêkolîna dike lê mixabin mirovekî bi vî rengî hêja dinav Kurdan de naye naskirin. El-Hîyel di gelek kovarê zanistî de cîhgirtî ye. Li zanîngehan li serê xebatên akademik tê ne çêkirin. El-Hîyel heta niha wergerandine zimanên Tîrkî, Îngîlîzî, Elmanî, Fransevî. Zimanê berhemê yê orjînal erebî ye.
Encam
Wek di vê kurtelêkolîne de hat dîtin berî hezar salî Kurd bi zanistê re tekîldar bûne. Le ji hingi heta niha ti xebatên li ber çav nehatine kirin. Belê, çima gele Kurd mirovekî ewqas binavûdeng nasnake? Em zaneyên bîyanî baş nasdikin. Li ser wan xebatan dikin. Lê heya me ji zaneyên me nîne. Sedem çibe gelo? An wek bav û papîrên gelo ” geyayê hewşê tahl e”. Em li el-Cizîrî xwedî derneketin lê Tirk û Ereb ew ji xwe hesibandin. Di vê nivîsê de me xwes bi çend pirsa bala mirovên Kurd bikşenîn ser lêkolînên zanistî ku mabesta me zanîstên pozitiv In. Wek armanceke duyem ji me xwe Kurd El-Cizîrî nas bikin û lê xwedî derkevin.
Çavkanî:
1- Yaşın, Abdullah. “Cizreli İsmail Ebul-İz” Kent Y.
2- Işık, İbrahim. “A’dan Z’ye Kürtler” Weş. Nûbihar
3- Çağlayan, Mehmet. “Şark Uleması” Çağlayan Y.
4- Nasr, Hüseyin. “İslam ve Bilim”, İnsan Y.
Mêrdîn, 2014 – Dilazad A.R.T. dilazadart@gmail.com