Zahid Mehmûd
Ji ber ku ji bejna naroz tu kembera herî nazî
Çeqelan dor te pêçkirin li hevdû dikirin gazî
Hoy û çakî tewilandin mirov bezandin, pê tazî
Bi navê xwedê digotin Em in mîr û Emin qazî
Ji ber ku tu, bûka xwedan siwar û gerdena gazî
Çeteyan xwestin te bigrin bi gef û tirs û tolazî
Ji ber ku axa te sore xurû sade Kurdê, bazî
Hêviyên me şeridandin da cudakin gaz bi gazî
Digotin bê kes û yare derbikin derd û tinazî
Kambax bikin bi top û tang kî bêje em bixwe razî
Ji ber ku vîna te roke ji mêj de tava bi sazî
Nîgarkirin zinara be’is pilan danîn bizor bazî
Ji ber ku hebûna Kurda ne çû ava bi fêlbazî
Qirkirin bê rûmetiyê tefandin mûm û şanazî
Wekî ewrên reşî tarî zuha û tev agirbazî
Xwe avêtin nav çavê te, ne saxin raman bêwezî
Ji ber ku pêdariye me li berê şer ser firazî
Şervan û pêşmergên çeleng bi hevdan sozê serbazî
Ji Xaneqîn û şengalê ta Kobanî yek daxwazî
Deşt û geliyên kurdistan mizgînî xweş bangewazî
Bersiva axê li jêre belgayan perûkir arzî
Mila em ê bidin hevdû cangorî xweş karesazî