Berdan ew e; ku di malbatekê de mêr bêje hevjîna xwe min tu berdayî sê cara, lê du beşê berdanê hene yek bi vegera dema kêmî sê caran gotibe min tu berdayî, beşê dî bêveger e, û ta lêveger çêbibe pêwîst e ew hevjîn bi kesek din re bi peymanek rewa bizewice. Bandora berdanê li ser malbatê mezin e, ya ku ew e bi taybet bingeha civakê û bê wê civak aloz dibe.
Di vê babetê de û di biryara berdanê de bav jî di civakê diêşe, dema bixwaze jineke din bîne divê yeke berdayî û temen mezin bigere, û dema tîne bê şahî derbas dike (gelek ji wan) ji ber gelek bandora derûnî a neyînî lê dibe, û wekî dî jî ew dûrî çavê civakê dizewice.
Ji aliyekî dî ve ger sedem ne ew be jî, jin bi berdana xwe kêm dibe, û guneh tev dikeve ser piyên wê de, dûrî zarokê xwe dikeve û gelek hene malbata wan wa xwedî nake, û wisa dimînin ber devê dergihê xelkê û her di bin çavê gûmana civakê de dijîn, dema ev jin nikarbe kar bike û di aliyê yasayî de mafê wê bê xwarin gelek jiyana wê zor dibe, lê hêja yî gotinê ku ziyanê berdanê li ser zaroka ku rengê pêşeroja civakê bi wan destpê dike gelek dijwar in.
ji vê yekê berevaniya malbatê ji erkê civakê tevî ye.
Ferhan x. Keleş