Hekîm Ehmed
AQILÊ SIVIK BARÊ GIRAN E
Serî kevir û hesin Her dibêje şêxê min
Lê ew nayê bîra şêx Rabe serî bipelêx
Carna dibêje Sovyat Di hawara me de hat
Haya Sovyat jê nîne Zane ko sofî dîn e
Ê zane her mezin e Lê nezan tim li bin e.
Nûjen (Mihemed.E.Hiso), ji pirtûka wî Nalîn – 1998.
Rexne ji ramana civakê û prensîpên belavbûyî re barekî giran e, ne her helbestevan yan rewşenbîrek dikare hilgire. M.E.Hiso di vê helbestê de bi wêrekî û zîrekî berê xwe dide ramanên belavbûyî. Wêrekî di vekirina vê babetê de ye, zîrekî di awa û alavên wî de ye.
Ji destpêkê ve, navnîşan bi pendeke Kurdî berê xwe dide civakê, ango civakê bi wijdanê civakê rexne dike (Aqilê sivik barê giran e), tevî ev pend bi hezarê caran devokî hatiye gotin, helbestevanine din berê jî bi kar anîne, lê hîna bi kêrî helbestine nû tê, ji ber pend ji pêkhatên çanda her mirovekî ye û mafê afirandina wê bi tukesî ve ne girêdayî ye.
Hevokeke din nêzîkî pendê ye, ji zimanê rojane (Serî kevir û hesin), lê diyar e ku helbestevan serhişkiya Kurdan li vir ne bi wateya ku ji ya xwe nayên xwar bi kar tîne, lê ew ji bêhişî û nezanî serhişk e, ev rexneyeke tûj e. Paşê helbestevan dîmenê berçav dike (Her dibêje şêxê min, lê ew nayê bîra şêx), Peywerî , sofîtî û alîgirî, gelo ev ji Kurdan re xeyset û sinc e yan qeder û bextreşî ye, helbestevanê me ji bilî herduyan tişteke din di vê diyardeyê de dixwîne, dibîne ku peywerî nezanî ye.
Nûjen weke rexneya xwe tûj, helwesteke sererast dide (Rabe serî bipelêx), seriyê ne bi xwe be, dibe bela xwediyê xwe, ji ber wê eger bipelixe baştir e ku bimîne.
Dîmena din li hember sofîtî û mirîdiyê ne kêmî wê ye (Carna dibêje Sovyat, di hawara me de hat, haya Sovyat jê nîne), eger mirov peywer be bobelatek e, lê bobelata mezintir ku serî hay ji teriyê nebe, yan jî zane ew sofîtî nezanî ye (Zane ko sofî dîn e), yê nezan tim destik û alav e û herkes dizane ew nehêjayê guhdanê ye.
Piştî pend, prensîp ji mêjiyê civakê, rexnekirina tûj û helwesta hişk, helbestevan li dawiyê pendê daferîne (Ê zane her mezin e, lê nezan tim li bin e), çi ji aliyê wateyê ve be, çi ji aliyê sazkirinê ve be, ev gotina dawî li gor pîverên pendan pendeke tekûz e, du rewşan dide ber hev û her peyvek di hevoka yekem deberamberî yekê di hevoka duyem de hatiye: (ê-lê),(zane-nezan),(her-tim), (mezin e-li bin e). Li dawiyê dixwazim bêjim ku ji aliyê afrênerî ve helbest bi şêweyê nûjenkirinê hatiye, lê hemî wêneyên wê kevneşop in, hêjayî gotinê ye jî ku ev cureyê helbestan ji aliyê delamet û rola civakî dihatin nirxandin.