Di roja 14/11/2014an de navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê Bli bajarê Qamişlo salvegera (54)emîn ya şewata sînema Amûdê bibîr anî, destpêkê kêlîkek bêdeng li ser giyanê şehîdên sînemê rawestiyan,dûv re gotina rêvebiriya navendê ji hêla mamoste Mihemed Çetelî hate xwendin, paş re kurtefilmek li ser sînemê hate weşandin. Ji bilî wilo helbestvan Samir Kalo helbestek bi navê ” Dilê Bahozê” xwend. Dawî şanoyek beşdar ji hêla zarokên koma şehîd Daxistan, û şehîd Osman hate pêşkêşkirin, mêvanan jê hez kir û pir çepik dan.