Yekîtiya Jinên Kurdistanê û bi alîkariya nivîsgeha ragihandinê ya Partiya Demuqratî Kurdistanî – Sûrya li Qamişlo semînarek bi navê ” Na Ji Bo Tundiya Dijî Jinê” li hola Partiyê (Xerbî) lidar xist. Çalakvana kurd Marya Ebas kurtenasînek li ser rewşa jinên Sûrî li welatê penaberiyê pêşkêş kir, dûv re li kurtefilmekî li ser vê helkeftê hate temaşekirin. Rêvebera Yekîtiya Jinên Kurdistanê Arya Cuma li ser sedemên tundiyê û awayên çareserkirina wan axivî. Di dawî de mamostê mafnas Sebrî Resûl li ser hevpeymana “Sîdaw” û giringtirîn xal tê de axivî.