Rêxistina Xwendevanan ya Partiya Dimuqratî Kurdî Li Sûrya (Yekîtî) di 23/ 11/2014an de ahengek di bin silogana (Bo Berxwedana Kobanê û piştgiriya peymana Dihokê) li Amûdê lidar xist. Encumena Niştimanî Kurdî ûTevgera Civaka Dimuqrat lê amade bûn, herweha gelek ji kesayetên siyasî, rewşenbîrî û civakî jî. Gotina Encumen ji hêla mamoste Welat Ûcê ve hat xwendin û tevgera civaka dimuqrat ji hêla mamoste Beşîr Mele Newaf de hat xwendin. Û gurzek ji stranên filiklorî ji hêla koma Şermola, Ronak û Amûdê ve hatin pêşkêşkirin.