Komela Hêlîn ya zarokan hefteyek ji bo zarokên Qamişlo bi navê “Heft Roj Ji Aştiyê” lidar xist, tê de gelek aheng, pêşengeh, şano, û seminar hatin pêşkêşkirin û ev bernameyê Rojane yê hefteyê ye:
Roja yekem li navenda Subarto: Parêzer Selman El xelîl semînarek li ser mafê zarokan di yaseyên navdewletî de pêşkêş kir.
Roja duyem li navenda komela Şawîşka: Koma Jiyan şanoyek bi navê ” Bihêlin Em Bikenin ” bi amedebûna hunermendê komîdî Şêrzan pêşkêş kir.
Roja siyem li yaneya Qamişlî ya sînemeyê: Filmek ji zarokan re bi navê ” Reş û Sipî ” derhêner Selam Hesen, hat pêşkêşkirin.
Roja çarem li navenda komela Şawîşka: Zarok di ahengeke taybet de di programekî de bi navê ” Tu Stêr e” afranindinên xwe pêşkêşî komîta nerxandinê kirin .
Roja pêncem li malbenda Buhar ya çand û hunerê : de workşopek ya şêwekarî de bi navê ” xewna min ” dibin çavdêriya şêwekar Şiyar Ehmed de lidar ket.
Roja şeşem li malbenda Buhar ya çand û hunerê: Tabloyên zarokan di pêşengehek taybet de hat lidarxistin.
Di roja dawî de li hola Kongiran: Ahengeke ji bo zarokan hat lidarxistin û tê de zarokên serkeftî hatin xelatkirin û gelek diyarî dan zarokên amade, tê de gotina Selam Mihmed birêveberê komela Hêlîn hate xwendin, herweha tê de sipasiya çi kesê ku beşdar û alîkariya vê heftiyê kir û di gotina xwe de du xelat eşkere kirin yek ji wan gihişte navenda Bûyerpress a ragehandinê li ser karê wan di şopandina çalakiyan, a duyem gihişte navenda civaka sivîl û demokrasî – Sûriya.