Jinên Hesekê bi boneya 25’ê Mijdarê meşek lidar xistin. jinan di meşa xwe de banga bilindkirina têkoşînê li dijî sîstema baviksalariyê kirin. her wiha berxwedana şervanên YPJ’ê silav kirin.
Bi boneya 25’ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinan, jinên bajarê Hesekê li ser banga Desteya Jinan a Herêma Xweser a Cizîrê li taxa Muftî ya bajêr meşek li dar xistin. Di meşê de jinên Suryanî, rêxistina jinan a Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, rêxistina Yekîtiya Star, jinên bajêr û gelek şervanên YPJ’ê jî beşdar bûn.
Meş saet di 10.00’an de ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê derket û li Qada Şehîd Serhed a taxa Muftî ya bajêr bi dawî bû. Jinan di meşa xwe de pankartên bi nivîsên li dijî tundiya li hemberî jinan û banga azadiya jinan dikin, vekiribûn.
Di dawiya meşê de Endama Kordînasyona Yekîtiya Star a bajarê Hesekê Yusra Ilyas derbarê têkoşîna jinan li dijî hemû rêbazên îşkence û tundiyê de axivî û wiha got: “Em bejna xwe li hemberî jinên ku ji aliyê sîstema baviksalariyê ve rastî tundiyê hatine ditewînin.”
Di çalakiyên de her wiha Şervana YPJ’ê Arvîn Hesen tundiya li dijî jinan tê meşandin şermezar kir û wiha got: “Em soz didin ku em ê li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin û civaka xwe ji hemû qeyd û zincîran rizgar bikin. Çalakiya têkoşer Arîn Mîrkan û hevalên wê li dijî hêzên tarî û çeteyan têkoşîna jinan û rola wê di pêşengtiya civakê diyar dike.”
Her wiha li ser navê Rêxistina Jinan a Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Kewê Ehmed axivî û wiha anî ziman: “Azadiya jinan azadiya tevahî civakê ye. Em berxwedana şervanên YPJ’ê li seranserî Rojava û bi taybet herêma Kobanê silav dikin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku têkoşîna xwe ji bo azadiyê bilind bikin.” hawar