Hevbenda Werzişvanên Kurd li bajarê Hesekê û bihevkariya komeleya ” Îman ” ya xêrxwazî û komeleya ” Nûr ” ya siryanî li sitada Bengo çalakiyek ji bo astengdaran lidar xist .
Ev çalakî hat lidarxistin bi amedbûna şandek ji Encumena Niştimanî û şandek ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYD û herwiha hin endamên nivîsgehên civaka sivîl, çalakiyê bi bêhnek bê deng li ser canê pakrewanan destpê kir, hin gotin hatin xwendin, pişt re berpirsê hevbendê berêz Ednan şêxo gotinek pêşkêş kir û bixêrhatin û sipasiya mêvanan li ser beşdarbûna wan kir, pişt re çalakî destpê kir û filmek li ser êşa zarokan bi taybetî zarokên astengdar hat pêşkêşkirin.
Di dawiyê de xelat li ser beşdaran hatin belavkirin û rûmeta endametiyê dan zarokê biçûk “Nîdal kurê şehîd Nîdal” ku ew şervanê Yekîneyên Parestina Gel “YPG” bû û yek ji damezirênerên hevbendê bû.