Ferhadê Içmo
Agir e …..
Îro li vir e, sibe li wir e …
Qedereke rûreş,
Her çend sala
Mîna mêvanekî bê bext,
Bi ser hêlînên kewan de dizîvire …
Kulîlkên nûhatî ….
Ji hev re digotin:
Jiyan li pêş çavên me hingiv û şekir e ….
Bawer nedikirin,
Ku mûma biharê
Di destpêka Nîsanê de vemire …
Bîr nedbirin …
Ku her yek ji wana,
Di nav perdeyên taristana sînemê de
Nêçîra nav diranên gur e …
Ha … li vêderê …
Hêviyek di landika xewnê de,
Mîna bangorekî,
Ji goşt û agir digindire …
Wa … li wê derê …
Omîdeke nûhilatî,
Di nav pencên,
Pilingên kînê de disincire …
Di navbera wa de,
Temberiyeke şehkirî,
Bi qêrîna mirinê re dikizire …
Û nesîbê şemzeyekî
Perçiqandina bin simên demire ….
Li ser riya Şermola qêrîn e
Hewar e … agir e …
Hewar e … gawir e …
Dilê dergevana perçak ji kevir e …
Di bin herdû çengên,
Kilê çavên Zergayê re
Kerwanê jîn û evînê dibihire …
Dayikek dilbixwîn,
Tirafa laşan bi ser xwe dadike
Qêrîna wê …
Sînga ezmana diçirîne,bi rondikan re dibêje:
Xwedêyo …..
Çima yek ji herduwa ne li vir e ….?
Kalekî pişt xûz,
Dismala sipî liba dike,
Hayho ….. ma ûn nabînin,
Lêvên paşeroja min
Di nav pêtan de diqemire …
Porsorek rû bê tîn,
Keziyên … jêkirî,
Li bayê rê davêje,
Û termeke şewitî
Li ser destên xwe hildigire …
Hey … bê bextê felekê,
Li darê dinyayê …
Dilê dayika …
Hêlîna bayê kur e ….
Agir e … Agir e ….
Bekereya filimekî nû,
Ji nav kêlên Şermola,
Ber bi Amûdê ve dixindire …
Li kavilên sînemê diterpile …
Agir e …. Digindir e ….
Dizîvire …. Disincire ….
Geh li vir e …
Geh li wir e …
Venamire …. Venamire
Agir e a….gir e