Di bin silogana (Zarok Dirûşma Gerdenazî û Xuncên Paşerojê Ne) Rêxistina Jinên Kurd yên Azad li Qamişlo ahengek ji bo zarokan lidar xist, bi mêvandariya Koma Xelat (Beşê Zarokan) ahengê destpê kir, gelek Stran, şano, dîlan ji wan re pêşkêş kirin, êdî zarokan jî ji bo Kobanî û şengalê stran gotin, di dawî de komîteya berpirs xelat diyarî zarokan kirin..