Di vexwendineke vekirî de Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya, li gel gelek rewşenbîr û kesayetiyên naskirî serdana gora Seydayê Cegerxwîn bo boneya sî sal li ser koçbarkirina wî kirin.
Di desptêkê de xuleyeke bêdeng li ser giyanê Seydayê Cegerxwîn sekinîn, pişt re Xalê Ehmed yê ku hemû helbestên Seydayê Cegerxwîbîn ezber kirbûn çend ji wan helbestan xwendin, û êdî gotina Yekîtiya Nivîskaran ji hêla serokê Y.N.K.S ve Dilawerê Zengî hat xwendin, Seydayê Dilbirîn , û Rêxistina jinên azad jî gotin û helbestên xwe xwendin.