Dema asiman lerizî
Min nas kir stêrek nû
Bi sînga xwe vekir
***
Dema dîrokê rondikin reş
barandin
Min nas kir
Kevokek bi xwîn
Di nav destên wê de çû
***
Dema Qamişlo qîrek da
Min nas kir
zarokek wê wenda bû..!
***
Dema mirinê
Pişta xwe da me û çû
Min nas kir
kesek pir buha
Bi xwe re bir
***
Dema min li nav pirsî
Xerdel di nav
pêçiyên min de
Herikî
Careke di… Helebçe!
***
Dema spîndar dibêje:
Ez digrîm
Qamişlo kulîlk
hîn nebişkivî bû
***
Qamişlo
Çûk nû difiriya
Qamişlo
Mûmên Avdarê zêde bûn
Qamişlo
***
Mirin
di guhê min de dibêje:
Kê gotiye
mirin kor e?
***
Dema
li bîra xwe tîne
Amedê
Serê kaniyê û Zêwa
Qamişlo
tev mij û doman
bi bejnek bilind
Digrî dibêje:
Careke din …… Helebçe !